Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan

  • rojane
  • 21:32 4 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Welatiyên li Esenyûrtê ji bo şermezarkirina qeyûman meşiyan û dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

 
Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, li dijî tayînkirina qeyûmê dewsa Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku ji aliyê Mutabaqata Bajêr ve hatibû hilbijartin û îro jî li dijî tayînkirina qeyûman a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî yên  DEM Partiyê çalaki li dar xist. Bi sedan welatî, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên di nava Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de bi eleqeyeke mezin beşdarî çalakiya li Qada Esenyurtê bûn. Piştî daxuyaniyê parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi sedan welatî meşiyan.
 
Welatiyên bi deqeyan li kolanên Esenyurtê bi girseyî meşiyan û gelek caran dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Maf, hiqûq, edalet" berz kirin. Welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakiyê.