DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand

  • rojane
  • 16:25 4 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê ji bo daxwaza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi rojeva “qeyûm” randevû xwest, bersiva erênî da. 
 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglû bi mijara “qeyûm” randevû ji partiyên siyasî xwestibû. Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî bersiveke erênî da Îmamoglû. Îmamoglû piştî tayînkirina qeyûm, ji partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê hene randevû xwestibû. Îmamoglû li Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî geriya û randevû xwest. 
 
DEM Partiyê bersiva erênî da Îmamoglû. Lê diyar nîne bê ka dê Îmamoglû kengî û bi kê re hevdîtinê bike. 
 
Di heman demê de Îmamoglû dê sibe ji bo civîna TBB’ê li Enqereyê be.