Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan

  • rojane
  • 16:07 4 Mijdar 2024
  • |
img

AMED -Li Amedê bi hezaran kes li dijî tayînkirina qeyûman meş li dar xistin û desthilatdariya AKP-MHP’ê protesto kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê kurd nebin kurdên desthilatdariyê û wê rejîma qeyûman qebûl nekin. 

Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Amedê bi armanca şermezarkirina qeyûmên tayînî ser şaredariyên Mêrdîn, Êlihê û Xelfetiyê hatin kirin, meş li dar xist û daxuyanî dan. Parlementerên DEM Partiyê, hevşaredarên navçeyên Amedê, ji ciwanan bigire heta kal û pîran bi hezaran kes li ser banga DEM Partiyê li ber AZC Plaza Semta Ofîsê kom bûn û dirûşm berz kirin. 
 
Tevî hemû astengiya polîsan jî meş hat lidarxistin. Piştre bi hezaran kes ji Ofîsê heta Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) li pişt pankarta “Kes nikare îradeya gel desteser bike, em ê rê nedin qeyûman” meşiyan û qeyûman protesto kirin. Girseyê bi navber dirûşmên li dijî qeyûm berz kirin. Li ser rêgeha meşê welatiyan bi çepikan û şofêran bi kornayên wesayîtên xwe piştgirî dan meşê. 
 
EWILÎ LI SER ÇARESERIYÊ DIAXIVIN PAŞÊ PLANAN DIKIN’ 
 
Meşa girseyî li Qada Şêx Seîd bi dawî bû û daxuyanî li vir hat dayîn. Ewilî Hevserokê Rêxistina DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn daxuyanî da. Şahîn wiha got: “Yên ku di neçareserkirinê de israr dikin, ewilî qala çareserkirina pirsgirêka kurd dikin û li pişt perdeyê jî li dijî têkbirina destekftiyên gelê kurd planan dikin. Ev siyaseta riziyayî, darbekar û qeyûmker tenê ne li ser gelê kurd li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê qeyûman ferz dike. Demildest dest ji vê polîtîkaya xwe berdin. Em ê qet dest ji îradeya xwe bernedin. Rejîma qeyûm darbeya siyasî ye. Em qeyûman qebûl nakin.”
 
‘EM Ê NEBIN KURDÊN WE’
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî axivî û wiha got: “Ji xeynî berxwedanê tu çareyemek din nîn e. Em ê li ber xwe bidin. Ev 8 sal in me serê xwe li ber we netewand û em ê qet netewînin. Em ê di her şert û mercan de xwedî li îradeya xwe derkevin. Em ê nebin kurdên we yên ‘maqûl’. Dixwazin bi rêya qeyûman siyasetê dîzayn bikin. Em ê ji we û qeyûmên we netersin, yê me berxwedana para me û xebata me ye. Em ê zihniyet û siyaseta qeyûm têk bibin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê deh deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşm berz kirin. Bang li gel hat kirin ku her roj li her cihî li dijî qeyûman rabin û li qadan bin.