Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin

  • rojane
  • 15:12 4 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û wiha got: “Em ê serî netewînin. Em ê paşvegavê neavêjin.” 
 
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê hate protestokirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê hatin gel hev. Partiyiyan ji vir heta pêşiya şaredariyê meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Di meşê de dirûşmên li dijî qeyûm hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz bertek nîşan da û wiha got: “Di demên berê de jî qeyûm tayîn kirin lê nebû çare. Divê tavilê vê biryara qeyûm betal bikin û qeyûman paşve bikişînin. Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin.” 
 
SONUK: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî wiha got: “Xelfetî, Mêrdîn û Êlih bi awayekî derhiqûqî hatin xespkirin. Ev şaredarî keda gelê me ye, keda 40 salan a partiya me ye, keda zarokên vî gelî ye. Em qebûl nakin ku were xespkirin. Bila dagirker baş bizanin ku xespkirina îradeya vî gelî û jinan wisa hêsan nîne. Em ê serî netewînin. Dema me şaredarî dewr girtî 3 milyar TL deynê wê hebû. Ji gelê kurd re dibêjin; ‘Ez ê pariyê nanê te bistînim. Em ê ziman û çanda we tune bikin.’ Ji jinan re dibêjin; ‘Em ê destûrê nedin hûn xwe birêve bibin.’ Êdî em ê destûrê nedin hûn îradeya me tune bihesibînin. Em ê nehêlin hûn pêşeroja jin û ciwanan pêşkeş bikin. Heta ku ji vê biryara xwe ya derhiqûqî vedigerin jî em ê paşvegavê neavêjin. An berxwedan, an berxwedan. Heta ku ji biryara xwe vedigerin em ê paşvegav neavêjin.”