Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê

  • rojane
  • 14:15 4 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Êlihê de axivî û wiha got: “Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin qada berxwedanê.” 

 
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê bi tevlibûna hezaran kesan tê protestokirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di çalakiya protestoyî de axivî û wiha got: “Destê xwe dirêjî kurdan kirin lê îro destê xwe dirêjî îradeya wan kirin.” 
 
Bayindir, anî ziman ku gelê kurd, gelê Kurdistanê vê nêzikatiyê qebûl nake û wiha domand: “Em ê qebûl nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Li kolanan, li taxan, li her derê em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Li her devera Kurdistanê bila gelê me xwedî li vîna xwe derkeve. Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherinin qada berxwedanê. Plana van dagirkeran derket holê. Plana wan ew e ku êrişî gelê kurd bikin û pêşî li ber serkeftina gelê kurd bigirin. Me planên Erdogan û Bahçelî îro li Êlih û Mêrdînê dît. Dê bersiva me ya ji we re jî bibe berxwedan û têkoşîna heta dawiyê. Heta ku em we dişînin jî dê bidome.”