Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin

  • rojane
  • 14:07 4 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û tayînkirina qeyûm weke “derbe” nirxand. Uçar, got ku kesên rewatiya wan nemaye li dijî gel darbeyê dikin. 

 
Çalakiya li dijî qeyûm a li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û siyasetmedar Sebahat Tuncel jî tev li çalakiyê bûn. 
 
'ÊN REWATIYA WAN NEMAYE DARBEYÊ DIKIN’ 
 
Uçar, diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de siyaseta qeyûm a îktîdarê têkçûye û wiha got: “Rewşeke eşkere heye; siyaseta AKP’ê riziyaye. AKP-MHP li ber digerin ku welêt bi komeke sermayedaran re birêve bibe. Her şaredariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê winda kirî Tirkiye hinek bêhtir nêzî ronahiyê kir. Me AKP a ku welêt ber bi wêraniyê ve dibe, da windakirin.”
 
Uçar, tayînkirina qeyûman weke “darbe” nirxand û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayeke şerê taybet heye ku bi destê hêzên ewlekariyê tê meşandin. AKP-MHP a ku jin û ciwanan bi tiryak û fihûşê ji eslê xwe derdixîne, ji ewil qeyûm tayînî Colemêrgê kir. Ya ku hatiye kirin darbe ye. Hem darbeyeke hiqûqî hem jî siyasî ye. Kî darbeyê dike? Yên ku rewatiya xwe winda dikin û li dijî gel têk diçin darbeyê dikin. Lewma yên windakirin ne em in, AKP-MHP û aqilê dewletê yê sedsalî ye. Em duh jî li vir bûn û îro jî li vir in.” 
 
'EM Ê HER LI VIR BIN’
 
Uçar, got ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî bêhiqûqtiyê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Êlihê, li Mêrdînê, li Esenyurtê û li her derê em ê li ber xwe bidin. Em ê bi roja li vir bin. Bila kesek behsa cezayên wezîrê karên hundir qala wan dike weke hincet nîşan nede. Em tu biryarên daraza AKP-MHP’ê nas nakin. Lewma jî tu hukmê qeyûm nîne. A rast gelê kurd û berxwedana wê ya li Kurdistanê ye. Em li vir bûn û dê her li vir bin.”