Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand

  • rojane
  • 13:30 4 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, weke karê ewil li odeya meqamê wêneyê Erdogan daliqand. 

Wezareta Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji sedî 50.40’ê dengan standibû ji peywirê girt û li şûna wî waliyê bajar Tuncay Akkoyun weke qeyûm tayînn kir. Qeyûm Akkoyun, weke karê destpêkê wêneyê serokkokmarê AKP’î Tayyîp Erdogan li odeya meqamê daliqand. Qeyûm, li ser malpera şaredariyê jî li beşa “Serokê me” wêne û kurtejiyana xwe zêde kir. 
 
Di heman demê de Hevşaredar Ahmet Turk û Devrîm Demîr jî tevî gel li pêşiya şaredariyê berxwedana xwe didomînin.