Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!

  • rojane
  • 13:25 4 Mijdar 2024
  • |
img
RIHA - Derket holê ku tu eleqeya lêpirsîna weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê hatiye nîşandan bi Hevşaredar Mehmet Karayilan re nîne. 
 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku piştî cezayên dozên her 3 hevşaredaran teqez bûyîn qeyûm hatiye tayînkirin. 
 
2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû Hevşaredar Mehmet Karayilan û hat diyarkirin ku ev ceza hêj li Dadgeha Bilind e. Ev cezaye hêj teqez nebûye û derket holê ku lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye destpêkirin jî tu eleqeya xwe bi Karayilan re nîne. 
 
Hat zanîn ku lêpirsîna behsa xeberê li lser giliyê kesekê çeka xwe ya birûxset winda kirî, weke “kiryarnediyar” dest pê kiriye. Di heman demê de ji bo lêpirsînê biryara neşopandinê hatiye dayin.