ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe

  • rojane
  • 11:18 4 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - ÎHD’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyî da û got: “Îktîdar hewl dide şaredariyên ku di hilbijartinê de bi dest nexistî bi rêya darbeyê birêve bibe.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî yên Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Polîtîkaya qeyûm darbeya li dijî demokrasiyê ye” de got ku îktîdar hewl dide şaredariyên ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe bi rêya darbeyê birêve bibe. Bi domdarî ÎHD’ê bi bîr xist ku DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi ferqekî mezin bi dest xistiye. ÎHD’ê diyar kir ku tayînkirina qeyûm, nîşaneya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. ÎHD’ê bang li îktîdarê kir ku dev ji vê polîtîkaya tayînkirina qeyûman berde û got: “Tayînkirina qeyûman, darbeya li dijî îradeya gel e. Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bidomînin.”