DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû

  • rojane
  • 11:10 4 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de her 3 şaredariyên qeyûm lê hatin tayînkirin bi ferqeke mezin qezenc kiribû.  

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk îro di danê sibehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Doz û lêpirsînên derheqê hevşaredaran jî weke hinceta tayînkirina qeyûman hatin nîşandan. 
 
RÊJEYA DENGAN A HER 3 BAJARAN
 
DEM Partiyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li her sê bajaran jî serkeftineke mezin bi dest xistibû. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi rêjeyeke ji sedî 57,40’ê bi ser ketibûn. 
 
Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî bi rêjeyeke ji sedî 64,52’yê bi ser ketin. 
 
Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram jî di hilbijartinê de ji sedî 39,45’ê dengan standin û bi ser ketin.