Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin

  • rojane
  • 10:48 4 Mijdar 2024
  • |

RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan li pêşiya avahiya şaredariyê bang kir û wiha got: “Em biryara qeyûm nas nakin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin peywira xwe bidomînin.” 

Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê, li pêşiya şaredariyê hate protestokirin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, nûnerên Şaxa OHD’a Rihayê û gelek kes tev li bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevşaredar Mehmet Karayilan ev tişt anî ziman: “Biryara tayînkirina qeyûm ji bo me tune ye. Em vê biryarê nas nakin. Gelê me em hilbijartin. Em ê bi hêza ji gelê xwe digirin jî peywira xwe bidomînin. Em ê hêjayî gelê xwe bin. Me tu carî serî li ber zilmê nedanî û dê nedanîn. Ev zîhniyet dê di zilma xwe de bifetise. Yên tehemûla îradeya gel nakin dê têk biçin. Em ê zordestiya faşîzmê qebûl nekin.” 
 
Avahiya şaredariyê hatiye dorpêçkirin û gel jî li pêşiya wê kom dibe.