Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e

  • rojane
  • 10:37 4 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tayînkirina 3 şaredariyan da û got: “Bi sala ye heman rêbazan bi kar tînin û li benda encamên cuda ne. Ev yek xwexapandin e.” 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li 3 şaredariyên DEM Partiyê da. Ocalan, wiha got: “Armanca me ya herî mezin xurtkirina qada siyaseta demokratîk e. Bi rêbaza qeyûm re hewl didin kurdan li derveyî hiqûq û siyasetê bihêlin û ev yek bi her kesî dide windakirin. Bi sala ye heman rêbazan bi kar tînin û li benda encamên cuda ne. Ev yek tenê xwexapandin e. Em ê tevî gelên xwe li dijî vê neheqiyê têbikoşin.”