Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin 2025-12-08 09:47:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Amed, Êlih û Sêrt jî di nav de ji bo gelek bajaran hişyariya barînên zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 8’ê Kanûnê aşkera kir. Midûriyetê, ji bo bajarên Meletî, Êlih, Amed, Dîlok û Sêrtê hişyariya barînên zêde kir. Bi taybet jî midûriyetê li dijî barînên zêde û îxtîmala rewşên neyînî, welatiyên li bajarên Mêrsîn, Edene, Çewlig, Mûş û Colemêrgê hişyar kir û jê xwest tevdîrên xwe bigirin.    Midûriyetê got ku li bendê ne li deverên bakur û rojhilatê Herêma Serhedê berf û şilope bibare.