Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin 2025-12-08 09:13:31 RIHA - Di raporên tenduristiyê yên der barê girtiyê nexweş Serhat Polatsoy de nakokî, pûtepênedayin, teşxîsên kêm û cihnedayîna nexweşiyan, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di pêvajoya tedawiyê de dijîn careke din raxist ber çavan.   Nivîskar û girtiyê nexweş Mehmet Serhat Polatsoy ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, tevî nexweşiyên wekî KOAH, astima kronîk a alerjîk, romatîzmaya dil û alerjiyê, di girtîgehê de ye. Polatsoy di 29’ê Gulana 2025’an de li Beşa Îmmûnolojiyê ya Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan di testa damar û alerjiyê ya "KOL"ê re derbas bû. Di encamê de hat diyarkirin ku "mayîna wî ya li girtîgehê ne pêkan e".   Di 31’ê Tîrmehê de ji aliyê pisporê nexweşiyên singê ve teşxîsa KOAH a pêşketî û astima alerjîk lê hat kirin. Lêbelê di raporta lijneya tenduristiyê ya 15’ê Tebaxê de behsa astima alerjîk nehat kirin, ji bo KOAH’ê hat gotin "bandoreke sivik e" û ji bo damar û dil jî beşa kardiyolojiyê got "pirsgirêkeke ku hewceyî puanan bike tune ye". Polatsoy li dijî vê raporê îtîraz kir. Piştî îtîrazê, rapor dîsa hat amadekirin û hinek nexweşî lê hatin zêdekirin.   Polatsoy bi nameyekê rewşa xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot û diyar kir ku ji ber dermanên zêde û mercên girtîgehê nexweşiya wî û jiyana wî zehmet dibe.   Polatsoy, diyar kir ku rapora heyetê ya ewil kêm û bêusûl e û di îtîraza xwe de gotiye: "Ez nexweşê astima alerjîk, KOAH û dil im. Divê testa Îmmûnolojiyê ya 29'ê Gulanê bê nirxandin. Pisporê singê testa alerjiyê nekir, lewma nikare nêrînê wî nîne. Ev rapor ne li gorî usûlê ye û binpêkirina mafan e." Polatsoy destnîşan kir ku doktorekî bersiv daye wî û gotiye: "Me polîklînîka îmmûnolojiyê rakir, hebe jî ev bandorê li mehkûmiyeta te nake."   ‘DI RAPORA 2’YEMÎN DE GUHERÎN HENE LÊ HÊ JÎ KÊM E’   Polatsoy, diyar kir ku hefteyek piştî vê diyalogê careke din ew derxistine pêşberî heyetê û di 10’ê Mijdarê de rapor da wî. Polatsoy destnîşan kir ku tevî li ser îtîrazan di raporê de hinek guherîn hatibin kirin jî, rapor hê jî kêm e.”   NAKOKIYA DI NAVBERA RAPORAN DE   Polatsoy nakokiyên di navbera her du raporan de wiha rêz kir:   Kardiyolojî: Di rapora ewil de nirxandin nehat kirin, di ya duyem de pûandayîn nirxandin hat kirin.   Nexweşiyên Singê: Di rapora ewil de ji bo KOAH'ê "bandora sivik" hat gotin, di ya duyem de "bandora bi asta navîn û divê ji tozê dûr be" hat diyarkirin.   Astima Alerjîk: Di rapora ewil de tune hat hesibandin, di ya duyem de wekî "xetereya mirinê ya bi şert û mercan ve girêdayî" hat pênasekirin. Lê dîsa jî nêrîna pisporê îmmûnolojiyê tê de cih negirt.   ŞÎROVEYA BÊDIL   Polatsoy, diyar kir ku nav û nêrîna yek ji doktorên heyetê yên ew muayene kirine di raporê de cih negirtiye û ev rewş wekî "doktorê ne rayedar" pênase kir. Polatsoy destnîşan kir ku şîroveyên doktorên ne rayedar ên li ser "tozê" kirine ji bingeha zanistî bêpar in û got: "Reaksiyona min ne tenê li hemberî toz û gemarê, li hemberî gelek alerjenan heye. Bêyî ku testa KOL'ê ya di 29'ê Gulanê de hatiye kirin bê nirxandin, rastî dernakevin holê. Kesê ku divê vê nirxandinê bike, pisporê îmmûnolojiyê ye. Herwiha divê testeke KOL'ê ya nû û berfirehtir bê kirin. Di testa heyî de bi awayekî aşkera tê dîtin ku li hemberî her cure tozê alerjî heye."   MA / Melîk Varol