Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin 2024-11-21 09:25:14   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê li 5 girtiyan cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo mehekê hate birîn. Parêzer Fadil Tay diyar kir ku axaftina bi kurdî li girtiyan tê qedexekirin û tirkî lê tê ferzkirin.    Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zext û êrişên li ser ser girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku ji mafê xwe yên herî bingehîn bêpar tên hiştin li dijî van pêkanînan li berxwe didin. Li Girtîgeha tîpa T a Şirnexê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku girtî deng derdixin û li gorî pergala girtîgehê tevnagerin, ji her 5 girtiyên siyasî re hevdîtina bi malbatan re ji bo mehekê hate qedexekirin. Her wiha ji girtiyan Ugur Temel û Îskan Ozlu re cezayê hucreyê hate birîn. Parêzerê Baroya Şirnexê Fadil Tay ku bi girtiyan re hevdîtin kir, der barê mijarê de axivî.    MEHEK CEZAYÊ HEVDÎTINÊ DAN MALBATAN    Tay, diyar kir ku cezayê ku ji girtiyan re hatiye birîn li dijî hiqûqa gerdûnî ye û got ku rêveberiya girtîgehê bi keyfî tevdigere. Parezer Tay, wiha domand: “Di girtîgehê de li ser girtiyan gelek zext û zordarî hene. Me duh bi girtiyên siyasî re hevdîtin kir. Di girtîgehê de 5 girtiyên siyasî hene. Rêveberiya girtîgehê ji van her 5 girtiyan re ceza biriye. Bi îdiaya ku,'hûn deng derdixînin û ji pergala girtîgehê re pirsgirêk derdixînin' mehek cezayê hevdîtinên ji her 5 girtiyan re birîn. Her wiha li 2 girtiyan cezayê hucreyê jî dane. Girtiyan li dijî van cezayan îtîraz kirine. Em jî weke parêzer dê şopdarê vê pêvajoyê bin. Ev pêkanîn ne hiqûqî û mirovî ne. Beriya niha jî ev pirsgirêk hebûn. Me der heqê girtîgehê de serlêdanên xwe kiribûn. Li dijî vê cezayê em ê serlêdanên xwe bikin."   'AXAFTINA BI TIRKÎ TÊ FERZKIRIN’   Bi domdarî Tay bi lêv kir ku qedexeya axaftina bi kurdî ya li girtîgehê didome û tirkî li girtiyan tê ferzkirin. Tay, axaftina xwe wiha qedand: “Piştî van kirinan di qawîşê de 2 girtî hatin sirgûnkirin. Lêbelê nayê zanîn ku ev girtiye sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin. Di vê girtîgehê de 30-40 sal in ku ev pirsgirêk didomin. Her wiha di girtîgehê de pirsgirêka axaftina kurdî jî didome. Gardiyan ji van girtiyên siyasî re dibêje, 'hûn bi taybetî kurdî naaxivin û hûn ê bersiva me bi tirkî bidin.’ kamereya gardiyanan bi milê wan ve ye û wiha girtiyan têxin qeydê. Midûrê nû yê girtiyê gelek pirsgirêkan ji girtiyan re derdixîne. Her weke din girtîgehê de pirsgirêka paqijiyê heye. Hucreyên girtiyan ne hîjyenîk in. Her wiha girtiyên nexweş ev saleke bêtirin ku li bendê ne ku bibin nexweşxaneyê. Hin ji van nexweşên dil, hin yê diran û hin jî fitiq in. Ev girtî serlêdan dikin lê bersiv nadin serlêdanên wan. Ev saleke bêtire ku jî nabin nexweşxaneyê.”