NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Fermandarên YPJ’ê Raya Mihemed, diyar kir ku ji bo parastina Hesekê û derdora wê bi hemû hêz û pêkhateyên xwe di eniyên berxwedanê de ne û got: “Em ê rê nedin çeteyan. Vebijêrka me zelal e, an serkeftin an serkeftin.”
Ji fermandarên YPJ’ê Raya Mihemed ku bi eslê xwe ji Dêrazorê ye û ji eşîra Begarayê ye, têkildarî berxwedana li Hesekê axivî. Raya Mihemed, ji ANHA’yê re axivî û got ku ew amade ne ku li dijî hemû êrişên ser bajar û gel li ber xwe bidin.
Raya Mihemed destnîşan kir ku hêz di refên pêşîn de, nexasim li Çerxerêya Panorama belav bûne. Rayayê anî ziman ku rewşa sivîlan bi saya fedakariyên şervanan aram e û got: "Em bi temamî amade ne parastina xwe û şêniyên xwe bikin."
Rayayê hişyarî ji hewldanên derxistina fitneyê di nava Kurd û Ereban de kir û da zanîn ku ev plan bi hewldana derbekirina biratiya gelan û pêkanîna komkujiyan li dijî gelên herêmê ye, lê hişmendiya herêmê û yekgirtina pêkhateyan dikare van hewldanan têk bibin. Fermandara Raya Mihemed anî ziman ku tevahî hêz û pêkhate ji bo parastina Hesekê û derdora wê di heman eniyê de ne û nahêlin çete derbas bibin.
Rayayê destnîşan kir ku ew nahêlin çeteyên DAIŞ´ê werin revandin û dê tevahî hewldan bi vîna şervanan û yekitiya gelan werin têkbirin. Di dawiyê de fermandar Raya Mihemed got: "Vebijêrka me zelal e; yan serkeftin an serkeftin."