Daxwaza îxraca 4 karkeran hat redkirin
- Aborî-Ked
- |
- 22 Tîrmeh 2026 15:15
- |
ŞIRNEX - Daxwaza îxraca 4 kedkarên endamên KESK’ê ku ji ber beşdarî şîn û protestoyên Rojava bûbûn ji aliyê Lijneya Dîsîplînê ve hat redkirin.
Biryara têkildarî endamên Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendûrîstiyê (SES) ên Şirnexê ku ji ber ku çûbûn şînê û tevli daxuyaniyên protestoyê yên li ser Rojava bûbûn, ji kar hatibûn dûrxistin û îxraca wan hatibû xwestin.
Komîsyonên lêkolînê yên Wezareta Perwerdehiyê û Wezareta Tenduristiyê bi daxwaza îxracê biryar dabûn ku kedkar parastina xwe bikin. Kedkarên ku îro li Enqereyê derketin pêşberî Lijneya Dîsîplînê, daxwaza wan a ji bo îxracê ji aliyê lijneyê ve hat redkirin.