‘Heke Tirkiye naxwaze wek Îran û Iraqê bibe divê aştiyê pêk bîne’ VÎDEO NÛÇE
- Rojane
- |
- 22 Tîrmeh 2026 12:20
- |
MERSÎN - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dewlet ji dêlev ku gav biavêje li dû mijûlkirinê ye û gotin: “Heke Tirkiye naxwaze wek Îran û Iraqê bibe divê aştiyê pêk bîne.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatîd destpêkirin bi hevdîtinan berdewam dike. Helwesta dewletê ya gavneavêtinê ji aliyê gelek beşên civakî ve dibe sedema bertekan. Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoyê de li Meclisê hatibû damezirandin, rapora xwe aşkera kir lêbelê ji bo verastkirinên qanûnî hêj gavên şênber nehatiye avêtin.
Endamên Meclis Dayikên Aştiyê ya Mersînê bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û gotin: “Bi Rêbertiya me re hevdîtin nayê kirin. Heta Rêberê me azad nebe aştî pêk nayê. Qanûna aştiyê divê statuya Rêberê me, gerîla, girtiyan û kesên sirgûnî Ewropayê bûne vehewîne. Qanûna ku hemûyan venehewîne em qebûl nakin. Aştiyek wiha jî ne pêkan e. Heke Tirkiye naxwaze wek Îran û Iraqê bibe divê aştiyê pêk bîne. Ji bo vê beşdariya partiyan di nava komîsyonê de girîng e lê ne bes e. Em êdî şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Ev salek e ne cenazeyê gerî ne jî yê leşkern hatî û em ji vê yekê bextewer in. Divê em vê mayinde bikin.”
MA / Mehmet Guleş