Di dosyaya Gulistan Doku de dê li Erzirom û Dêrsimê îfade bên girtin

Parve bike:

AMED - Di çarçoveya dosya Gulistan Doku de 10 xebatkarên tenduristiyê yên hatin binçavkirin dê îfadeya 5 kesan li Erziromê û ya 5 kesên din jî li Dêrsimê bê girtin.

 
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de ku bi biryara Serzogeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê duh di saetên sibehê de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsimê bi ser malan de hat girtin.
 
Di serdegirtinan de 3 bijîşk, perestdarek, peywirdarê zanînkirariyê, 5 xebatkarên tomarkirina daneyan, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa înformatîk, karsazek û 3 cerdevan bi giştî 15 kes hatin binçavkirin. 15 kes ji sûcên ‘tunekirina, veşartin an jî guhertina delîlan”, ‘bi awayekî ne hiqûqî destesrekirina daneyan’, ‘tunekirin an jî veşartina belgeyan’ hatin binçavkirin.
 
Îfadeya 10 kesan dê li Erziromê û ya 5 kesan jî dê li Dêrsimê bê girtin.