Dema xebata Meclisê hat dirêjkirin

Parve bike:

ENQERE - Dema xebata Meclisê ku dihat payîn bikeve betlaneyê, hat dirêjkirin. Lijneya Giştî dê heta 31’ê Tîrmehê bixebite.

 
Li Lijneya Giştî ya Meclisê, pêşniyara Koma AKP'ê ya di derbarê salnameya xebatê û rêza rojevê de hat nirxandin û hat qebûlkirin. Bi pêşniyara ku hat qebûlkirin re, Pêşniyara Qanûna di Derbarê Guherîna Hin Qanûn û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ku di nav de verastkirina zêdekirina herî kêm muçeya teqawidbûnê jî heye, ket rêza yekem a rojevê. Pêşniyara Qanûna di Derbarê Guherîna Qanûna Perwerdehiya Bilind û Hin Qanûnan de ku verastkirinên derbarê efûya xwendekaran û perwerdehiya bilind de dihewîne jî di rêza duyemîn de cih girt.
 
DÊ ROJA ÎNÊ JÎ BIXEBITE
 
Bi pêşniyarê re, dema xebata Meclisê ku li gorî salnameya berê dihat payîn di 24’ê Tîrmehê roja Îndê de bikeve betlaneyê, hat dirêjkirin. Li gorî biryara hatî dayîn, ji bo îxtimala ku hevdîtinên vê heftiyê yên li Lijneya Giştî bi dawî nebin, ji bo roja Înê jî biryara xebatê hat dayîn. Di hefteya piştî 24’ê Tîrmehê de jî dê ji bo temamkirina pêşniyarên di rojevê de xebat berdewam bike.