AMED - Rapora ku derbarê Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'ê de hate amadekirinde de gelek binpêkirinên mafan ên wekî di serdegirtina qawişan de kiryarên rûmetşikanê, astengkirina mafê tenduristî û daxwaznameyan û ragirtina girtiyan a li ser kapasîteyê cih girtin.
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, di encama hevdîtinên ku di 17’ê Tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê re bi girtiyan re kirin, raporteke çavdêriyê amade kir. Di hevdîtinên bi girtiyan re hatine kirin de bal hat kişandin sert binpêkirinên sîstematîk ên mafan ên li girtîgeha "tîpa bîrê".
Di raporê de hat destnîşankirin ku avahiya wê ya mîmarî li ser girtiyan îzolasyoneke giran çêdike, hat diyarkirin ku girtî ji malbatên xwe bo cihên dûr tên sewqkirin û hefteyê tenê 10 deqîqe mafê axaftina bi telefonê heye. Hat destnîşankirin ku derfet nayê dayîn ku ew mafê çalakiyên civakî, çandî û perwerdehiyê û çalakiyên sûd werbigiri û bi sedemên kêfî tên astengkirin. Di raporê de hat gotin: "Hate ragihandin ku nameyên hatine nivîsandin nayên şandin an jî demek dirêj tên rawestandin, nameyên ji wan re hatine şandin dereng tên dayîn an jî bi tu awayî nagihêjin wan, rojname, kovar û pirtûk jî tevî ku berdêla wan hatibe dayîn jî bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Hate diyar kirin ku ev hemû sepandin şert û mercên tecrîdê yên girtîgeha tîpa bîrê hîn kûrtir dikin."
LÊGERÎNA QAWIŞAN
Di raporê de hat destnîşankirin ku lêgerînên qawişan bi beşdarbûna gelek wezîfedaran bi rêbazên rûmetşikanê û bi awayê serdegirtinê tên kirin. Tiştên ku berê xeter nehatibûn dîtin, di lêgerînên piştre de bêyî ku tu sedem bê nîşandan tên desteserkirin, dema girtî sedemê dipirsin jî rastî muameleya xirab û tên. Tevî germahiya bilind a Antalyayê û mîmariya girtîgeha “tîpa bîrê” ku rê li ber hewayê digire jî, vantîlator ku ji bo jiyanê gelekî girîng in bêyî ku tu sedem bê nîşandan hatine komkirin. Di raporê de ev îfade cih girt: "Girtiyan anîne ziman ku di qawişên ku jixwe di bin germahî û nema zêde de têkoşîna jiyanê didin de, ji ber komkirina vantîlatoran ew di nefesgirtinê de zehmetiyê dikişînin û girtî ji ser hişê xwe ve diçin û rewşa wan xirab dibe."
HEJMARA GIRTIYAN JI KAPASÎTEYÊ ZÊDETIR E
Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo qawişên ku ji bo sê kesî hatine çêkirin ranzayên zêde hatine zêdekirin û kapasîteya wan bo şeş kesî hatiye zêdekiirn û hat gotin: "Girtiyan diyar kirin ku ji ber bicihkirina ku ji kapasîteyê zêdetir e, germahî û nemê gehiştiye asteke ku tehamul nayê kirin, ew di nefesgirtinê de zehmetiyê dikişînin û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên heyî giran bûne.
Pêşniyarên bijîşkan nayên sepandin. Hate ragihandin ku girtî nagihêjin tehlîlên xwe, pêvajoyên tedawiya wan nayên kirin. Hate ragihandin ku di gihîştina xizmetên tenduristiyê de sepanên kêfî hene û ev rewş ji bo gelek girtiyan dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên kûr.
Hate diyarkirin ku daxwazên wan ên hevdîtina bi rêvebirê girtîgehê re ji bo çareserkirina binpêkirinan nayên qebûlkirin, ew tenê dikarin bi peywirdarên asta jêrîn re rûnên û pirsgirêkên ku radigihînin nayên çareserkirin. Her wiha hate nirxandin ku tevî biryarên cuda yên darazê jî hinek binpêkirinên mafan berdewam dikin, ev rewş nîşan dide ku rêyên serlêdana hundirîn ji mekanaîzmayeke kontrolê ya bandor, dûr ketine."