Şoreşgerê ku ruh da stranan: Hozan Serhat

Parve bike:

STENBOL - Hozan Diyar anî ziman ku Hozan Serhet bi muzîk û têkoşîna xwe modelek avakirî û got: “Wî ji şoreşê bawer dikir, stran xweş şîrove dikir û ruh dida wan. Wekî gelek kesan ez jî jê bandor bûm.”

 
Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) di temenekî kurt de, bi helwesta xwe ya di muzîka Kurdî, gotin, tembûr û têkoşîna xwe şopek di muzîka Kurdî de hişt, di 22’yê Tîrmeha 1999’an de dema ji bo kişandina klîbekî çû navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Hozan Serhet ku bi stranên “Ax Kurdistan”, “Hewlêr”, “Agrinin Îsyan Kizi”, “Sîpanê Xelatê”, “Mizgîn” û bi dehan stranan bandor li gelek kesan kir, hêj bi deng û muzîka xwe dijî. 
 
Hozan Serhat ê ku di 24’ê navçeya 1970’an de li navçeya Zêtka ya Agirî ji dayik bû, dema hêj pitik bû bavê wî jiyana xwe ji dest da û ji ber vê yekê bi malbatêi li navçeya Panosê bi cih bû. Hozan Serhat ê ku di temenê biçûk de eleqeya wî ya ji bo muzîka Kurdî dest pê kir, heta lîseyê perwerdehiya xwe li Panosê berdewam kir. Hozan Serhat ê ku di navbera 1985-1986’an de ji bo kasetê de derxîne çû Stenbolê, kaseta ewil “Gulo” bi navê “Murat Esen” derxist. Hozan Serhat, di sala 1988’an de li beşda Konservatuara Dewletê ya Muzîka Tirkî ya Zanîngeha Egeyê di nava hezar û 800 kesan de bû duyemîn û ensturmanên wek tar, gîtar, piyano û tembûrê fêr bû. 
 
Hozan Serhat ê ku di 1991’an de tevli Têkoşîna Azadiya Kurd bû, li Ewropayê tev li xebatên Hunerkomê bû. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di 22’yê Tîrmeha 1999’an de dema ji bo kişandina klîbê çû navçeya Elkê ya Şirnexê di perçûnekê de jiyana we ji dest da.
 
Hozan Diyar Dêrsim, têkildarî huner û têkoşîna Hozan Serhat axivî.
 
‘ME LI HUNERKOMÊ HEV NAS KIR’
 
Diyar Dêrsim bi van peyvan qala hevalê xwe yê xebatê kir: “Hozan Serhat, şoreşegerek xwedî lêgerîn, ji bo azadiya gelê xwe xwedî hesasiyet bû ked dida û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Di hunerê de kesek taybet bû. Di sala 1992'yan de me hev nas kr. Hunerkom hevbû. Hunerkom li Almanyayê komeleyek bû ji aliyê hunermendên Kurd ve hatibû damezirandin. Me bi hev re çalakî û proje çêkir, em gelek xebitîn, em bi hev re man. Dostaniyek me ya taybet hebû. Gelek rojên me yên watedar çêbû, lê mixabin gelek kurt bû. Em li gel hev gelek têkoşiyan. Piştre wî berê xwe da çiya û li milek wî de keleş wî li milê din de tembûra wî hebû. Li çiyayên azad stranên gelek xweş strî û gîhand me." 
 
'RUH DA STRANAN'
 
Hozan Diyar diyar kir ku paşaxaneya Hozan Serhat gelekî xurt bûye û ciwanên wê demê ji wî bandor bûye û wiha pê de çû: "Mirovek bi kêf bû, henek dikir û şano dikir. Me bi hev re çend caran şano jî lîst. Ji şoreşê bawer dikir, ji bo azadiyê her tişt dikir, stran xweş şîrove dikir û ruh dida stranan. Ez jî wekî gelek kesan jê bandor bûm, ez ji girêdana wî ya bi hunerê bandor bûm. Perwerdeya muzîkê dît, bi perwerdeya akademîk ve folklor û stranên xwe distira û ev yek rengek din dida. Şêwazekî wî yê xas hebû. Serhat bi muzîka xwe di salên 1990’î de bala ciwanan dikişand, bû modelek û her kesê wek wî tembûr lê dida. Ciwanên ku li Kurdistan û li Ewropyaê nû dest pê dikir, dest bi stranên wî kirin. Me bi hevre çend stran sitirîn û me gelek konser da. Tevî ku tecrubeya wî ya li ser dikê nebû jî, cihê ku diçû her kes bandor dikir. Em ciwanan bûn ji ber vê yekê pirsgirêkên me hebûn lêbelê dilsoziya Serhat a bi şoreşê û baweriya bi azadiya xurt bû.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN’
 
Diyar anî ziman ku dê têkoşîna hevalên xwe yên hunermend ên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane berdewam bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek hevrêyên Şehît Mizgîn, Sefkan, Hogir… Bi dehan havalên me yên hunermend qadên xwe guhertin. Çûn çiyayên azad. Di dil û hişê wan hevalan de çareseriya pirgirêka gel hebû. Em wek hevrêyên wan êm ê bi hunera xwe têkoşîna wan bidomînin.”
 
MA / Hêlîn Ok