Şandeya Îmraliyê ji hevdîtinê vegeriya
- Rojane
- |
- 20 Tîrmeh 2026 19:08
- |
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê vegeriya.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kir. Tê payîn ku şande têkildarî hevdîtinê daxuyanî bide.
Şande herî dawî di 24'ê Gulanê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Di vê hevdîtinê de jî têkildarî "çarçove qanûnê" de gotûbêj hatibû kirin.