Dayika Suleyman Aksû: Ez rojê du caran diçim ser gora kurê xwe

Parve bike:

COLEMÊRG - Kudret Aksû, dayika Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de hat qetilkirin, diyar kir ku 11 sal derbas bûne lê hê jî edalet pêk nehatiye û got: "Ez dixwazim kujerên kurê min bên dîtin û hesab ji wan bê xwestin."

 
Suleyman Aksû yê ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê, yek ji 33 kesên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de di êrişeke xwekujiyê ya DAIŞ'ê de hatin kuştin bû. Tevî 11 sal derbas bûne jî sûcdarên sereke nehatine tespîtkirin, lê gelek ji wan ciwanên ku birîndar bûbûn, piştre bi hincetên cuda hatin girtin. Digel vê yekê, daxwaza dadê ya malbatan û raya giştî qet nesekinî. Dayika Suleyman Aksû, Kudret Aksûyê, di salvegera komkujiyê de careke din banga edaletê kir û got: "Ez dixwazim ku kujer bên eşkerekirin û hesab ji wan bê xwestin."
 
Kudret Aksû bilêv kir ku êşa wê wekî ya roja berê ye û her sal di salvegera bûyerê de êşa wê nû dibe û got: "Îro ez gelek xemgîn im. Wisa tê hîskirin ku tabûta Suleyman nû tê anîn; ew dîmen tim li ber çavên min e. Wan yazdeh sal berê kurê min ji destê min girtin. Wan Suleyman ligel 33 hevalên wî li Pirsûsê qetil kirin. Sal derbas bûn, lê êşa min qet kêm nebû." Aksû bi bîr xist ku kurê wê mamoste bûye û ji bo gihandina alîkariyê ji zarokên li Kobanê re bi rê ketibû û axaftina xwe wiha domand: "Ez dixwazim bizanim ka kî Suleyman kuştiye. Ez dixwazim ku sûcdarên wê komkujiyê bên eşkerekirin û li bara edaletê hesab bidin. Kurê min mamoste bû. Çima ew kuştin? Ew bêçek bû. Ew tenê diçû ku ji zarokên li Kobanê re pêlîstok, pênûs û defteran bibe. Ew ciwanekî dilovan bû. Wî dixwest ber dilê zarokan xweş bike. Lê DAIŞ'ê rê neda vê yekê û ew qetil kir."
 
7 CARAN GORA WÎ XERA KIRINE
 
Kudret Aksûyê anî ziman ku her diçe êşa wê kûrtir dibe û diyar kir ku ew her roj serdana gora kurê xwe dike û wiha lê zêde kir: "Ez di nav êşeke kûr de me. Ez rojê du caran diçim ser gora kurê xwe. Heya ku ez dijîm, ez ê dev ji vê dozê bernadim. Sî û sê zarokên me hatin qetilkirin. Em ê her sal wan bi bîr bînin. Divê kujer bên darizandin û hesab bidin. Wan mal û jiyana min wêran kir; ez ê qet wan nebexşînim." 
 
Kudret Aksûyê bal kişand ser wê yekê ku tevî gelek sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û got: "Em edaletê dixwazin, lê wan edaletê binax kiriye. Ez hem çûm cem dozgeran û hem jî dadweran, lê ew nizanin dadwerî çi ye. Dilê min şewitî; bila dilê tu dayikeke din heman êşê nekişîne. Bila zarokê tu dayikeke din neyê kuştin. Kurê min bi çenteyê xwe ji malê derket, lê cenazeyê wî ji min re hat. Tevî vê yekê jî, wan heft caran zirar da gora kurê min."
 
‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
 
Kudret Aksûyê bi dubarekirina banga aştiyê û derbirîna wê hêviyê ku tu dayikeke din wê êşa ku wê kişandiye nejî, got: "Me ber bi aştiyê ve gav avêtin, lê dewletê neavêtin. Em edaletê dixwazin; ew şer dixwazin. Em dedaletê dixwazin; ew teslîmbûnê ferz dikin. Ez naxwazim dayika polîsekî an dayika leşkerekî bigirî. Ez naxwazim tu dayik bigirî. Ez dixwazim gelên Kurd, Ereb û Tirk bi aştiyê bijîn. Wekî dayikekê, heger kujerê kurê min jî bînin pêşberî min, ez naxwazim ew bimire. Ez xwînrijandinê naxwazim. Em niha aştiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku dewlet jî ber bi aşitiyê ve gavan bavêje."