Mesrûr Barzanî: Em ne parçeyek ji şer in
- Rojane
- |
- 19 Tîrmeh 2026 15:39
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Em ne parçeyek ji şer in.”
Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî bernameyek bû û şerê li herêmê nirxand. Mesrûr Barzanî têkildarî êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê axivî û got: “Tu hincetek rewa ya van êrişan tune.”
Barzanî anî ziman ku tu hincetek êrişê li ser Herêma Kurdistane nîn in, êriş şermezar kir û ev tişt got: “Em ne parçeyek ji şer û rageşiyên li herêmê ne; rexmê vê yekê me ji vê pêvajoyê zirarên mezin dît. Tu hincetek rewa ji bo êrişên li ser Herêma Kurdistanê nîn in divê tavilê ev êriş bi dawî bibin. Em vê carekê din destnîşan dikin. Şer ne di berjewendiya kesê de ye, daxwaza me serweriya aştî û aramiyê ye.”