Ji bo 4 YRK’iyên di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn

Parve bike:

STENBOL - Li Stenbolê ji bo 4 YRK’iyên di êrişa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.

Ji bo Zarîn Akbaş (Arjîn Garzan) a ji Tetwan a Bedlîsê, Perestû Sefayî Pur (Cîhan Sîrwan) ê Merîwanî, Halîl Çîçek (Bawer Cûdî) yê Mûşî, Resûl Yêgane (Şahan Gabar) ê ji Xoyê ên YRK’iyên ku di 28’ê Hezîranê de, di êrişa rejîma Îranê ya li Mahabadê jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn. Şîna ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li avahiya Rêxistinê ya DEM Partî ya Bagcilarê hat danîn, ji aliyê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesan ve hat ziyaretkirin. 
 
Şîna ku bi merasîma rêzgirtinê hat danîn bi domdarî dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Li şînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di oxira têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hat daliqandin û Hevseroka DEM Partiyê ya Bagcilarê Yasemîn Solmaz axivî. Yasemîn Solmaz, ji bo malbatan sersaxî xwest û kesên jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.
 
Piştre dayika Zarîn Akbaş Salîha Akbaş axivî û ev tişt got: “Tenê ji bo min, bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be.”
 
Piştre sînevîzyonek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qala têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane, hat nîşandan.