Girtiyê nexweş ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî dîsa birin girtîgehê

Parve bike:

ÊLIH - Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê û di revîre kawişê de tenê tê ragirtin.

 
Girtiyê bi navê Mehmet Şîrîln Çelîk ê ku di sala 1999’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û cezayê muebedê lê hatibû birîn di 3’yê Tîrmehê de li Girtîlgeha Tîpa F a Xarpêtê xwîn çû ser mêjiyê wî. Piştî mudaxileya li girtîgehê Çelîk rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn. Hat zanîn ku Çelîk piştî tedawiyê dîsa birine girtîgehê lê rewşa wî xeternak e û di revîra girtîgehê de bi tena serê xwe tê ragirtin.
 
Kurê Çelîk Amed Çelîk têkildarî rewşa bavê xwe axivî.
 
BI GELEK NEXWEŞIYAN RE TÊDIKOŞE
 
Amed Çelîk anî ziman ku bavê wî 27 sal in girtî ye û di girtîgehê de gelek nexweşî lê peyda bûne û berê gelek caran anjiyo bûye û ev tişt got: “Bavê min, ji aliyê rastê ve ji ber xitimandina rehên mêjî, ji aliyê çepê ve dixwe û vedixwe. Herî dawî xwîn çû ser mêjiyê wî felç bûye. Di meş û axaftinê de zehmetî dikşîne.”
 
METIRSIYA MIRINÊ
 
Çelîk diyar kir ku li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê girtine îxtimal heye ku bavê wî carekê din emeliyat bibe û di mercên girtîgehê de ne pêkan e ku mudaxileyek bê kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger rewşa bavê min dîsa giran be, dibe ku encamên giran rû bidin û metirsiya mirinê zêde ye. Ji bo tehliyeya bavê min me serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) da ku înfaza wî bê taloqkirin lêbelê hêj me encam nîn e. Em wek malbat li ser rewşa tenduristiya wî bifikar in. Di mercên girtîgehê de tedawiya bavê min ne pêkan e. Ji bo di mercên rêkûpêk de tedawiya wî bê kirin em dixwazin ku înfaza wî bê taloqkirin.”
 
MA / Ozan Bayindir