Dozgeriyê rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ tune hesiband

Parve bike:

ENQERE - Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê 25 salan Metîn Turan ê ku di her du çavên wî de, di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye û Saziya Tiba Edlî (ATK) ji bo wî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, hat redkirin.

 
Girtiyê 25 salan nivîskar Metîn Turan ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de tê ragirtin, nameyek ji parêzvana mafên mirovan Nuray Çevîrmen Aykol ku qunciknivîsa “Ji Girtîgehê” a rojnameger û nivîskarê Huseyîn Aykol a di rojnameya Yenî Yaşamê de berdewam dike re, şand. Turan di nameya xwe de qala binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê rû bi rû dimînin kir.
 
Turan ê ku di her du çavên wî de jî astengiya dîtinê ya di asta pêşketî de heye, di nameya xwe de diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) di derbarê wî de nirxandin kiriye ku di her du çavên wî de di asta pêşketî de windabûna dîtinê heye, ji ber vê yekê jî nikare di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tena serê xwe berdewam bike.
 
Turan diyar kir ku ATK’ê di çarçoveya xalên Qanûna Înfazê yên wekî taloqkirina înfaza cezayê girtîgehê di rewşa nexweşiya giran de û berdana bikontrol (xalên 105/A û 16/6) de rapor daye.
 
Turan anî ziman ku tevî rapora ATK’ê jî, serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê ya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Bafrayê re kiribû hatî redkirin û di nameya xwe de cih da van gotinan: "Dozgeriyê di biryara xwe ya 6’ê Tîrmehê de ne qala nexweşiya giran, ne qala rewşa astengdariyê û ne jî qala rapora ATK’ê kiriye. Di biryarê de tenê hatiye gotin, 'Şertên taloqkirina cezayê pêk nehatine'. Lêbelê ATK rewşa min wekî 'Nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne' pênase dike."
 
Turan diyar kir ku wî li dijî biryara dozgeriyê, serlêdana îtirazê ji Dadgeha Înfazê re kiriye.