Dadgehê biryara beraatê da, wezaret vegera ser wezifeyê dide sekinandin

Parve bike:

WAN - Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ku tevî ji dosyaya wekî hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan, beraet kiribe jî, Wezareta Karên Hundit wî venagerîne ser wezîfeyê û du mehan carekê teblîxatê ji Hazir re dişîne û pêvajoya qeyûm dirêj dike.

 
Li navçeya Miksê ya Wanê, di hilbijartina xwecîhî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket û di 29’ê Mijdara 2024’an de bi biryara Wezareta Karên Hundir qeyûm ji şaredariyê re hat tayînkirin. Wekî hinceta tayînkirina qeyûm, doza ku bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûç kiriye" li dijî Hevşaredar Ayvaz Hazir hatibû vekirin, hat nîşandan. Di encama darizandina vê dozê de, 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li Hazir birî. Li ser vê yekê, Ayvaz Hazir serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Wanê da. Dadgehê piştî lêkolînê, biryara dadgeha xwecîhî betal kir û biryara beraetê da Hazir. Lê tevî vê biryara beraetê ya dadgehê jî, şaredariya navçeyê hîn jî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Du mehan carekê jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji hevşaredarê ku beraat kiriye re teblîxat tê şandin ku pêvajoya qeyûm tê dirêjkirin.
 
Hevşaredarê Şaredariyê Ayvaz Hazir, bertek nîşan da ku tevî di ser biryara beraetê re salek derbas bûye jî şaredarî hîn ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û bang kir ku biryara dadgehê bê sepandin.
 
'QEYÛM ÎRADEYA GEL TUNE DIHESIBÎNE’
 
Hazir diyar kir ku îradeya gel û ya kesên hatine hilbijartin ji aliyê qeyûm ve tune tê hesibandin û ev tişt got: "Qeyûmên ku êdî bûne wekî rejîmekê, îradeya ku gel bi xwe hilbijartiye û hevşaredaran tune dihesibînin û kesên ku bixwe tayîn kirine tînin serî. Em bi dengên gel hatin wir. Gel ji ber ku em dikarin wan birêve bibin û ji ber nêzîkatiya me ya ji bo çareseriyê em hilbijartin. Yên ku beriya me li wir bûn, ji bo vî gelî çi kirin? Şaredarî pêşkêşî çend kesan kirin. Karê wan tenê ew bû ku daxwazên beg û axayên li wir bînin cih û hemû çavkaniyan ji bo wan xerc bikin. Piştî ku em bi hilbijartinê bi ser ketin, ev yek di nav gel de deng veda."
 
WEZARET DEMA QEYÛM DIRÊJ DIKE
 
Hazir anî ziman ku tevî ku ji dosyayê beraet kiriye jî, di teblîxata ku ji aliyê wezaretê ve tê şandin de dema qeyûm tê dirêjkirin û wiha pê de çû: "Di encama doza ku min di sala 2025’an de vekir de, min ji dosyaya ku wekî hinceta qeyûm hatibû nîşandan beraet kir û min doz qezenc kir. Niha tu dozek tune ye. Tu astengî li ber vegera min a ser wezifeyê tune ye. Di demekê de ku em li bendê ne ku vegerin ser karê xwe, Wezareta Karên Hundir du mehan carekê teblîxatê ji me re dişîne û radigihîne ku qeyûm dê berdewam bike. Di 29’ê Tîrmehê de ev dem diqede. Em dizanin ku gava em li bende vegera ser wezifeyê ne, Wezareta Karên Hundir dê dîsa heman nivîsê ji me re teblîğ bike."
 
Hazir bal kişand ser civînên gel ku yek ji daxwazên herî bingehîn ên gel paşvekişandina qeyûman e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi deklarasyona 27’ê Sibatê re em pir xebitîn. Êdî yek ji bendewariyên bingehîn ên civakê ew e ku ev qeyûm werin betalkirin û di wekteke nêz de paşve werin kişandin. Gel dixwaze hevşaredar û nûnerên wan ên hatine hilbijartin vegerin ser wezifeya xwe. Di nava 2 salan de, me ev rewş hem ji civakê re hem jî ji beşên cuda re şîrove kir. Her kes zane ku mijûlkirinek heye. Di vê pêvajoya 2 salan de, ji bo tevlikirina civakê di vê pêvajoyê de ji aliyê dewletê ve tu gav nehatin avêtin. Yek ji çarçove qanûnên ku dê bikeve meriyetê jî divê rakirina rejîma qeyûm be. Divê qeyûm ne tenê li gorî pêvajoyê werin paşvekişandin, lê divê bi temamî bi verastkirinên hiqûqî werin betalkirin."
 
MA / Bîlal Babat - Lutfî Pala