Di Şoreşa Rojava de kurê xwe winda kir: Ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye

Parve bike:
STENBOL - Bavê Vedat Yeşîlkaya yê ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, Faîk Yeşîlkaya diyar kir ku şoreş ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye û got: “Tevî hemû êşan jî em ê di aştiyê de israr bikin.”
 
Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, gelên ku li Sûriye û Rojava dijîn, di serî de li Kobanê û li gelek herêman li dijî DAIŞ û rejîma Esad berxwedaneke mezin dan û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de xweserî hat ragihandin. Ev dîrok di heman demê de wekî destpêka Şoreşa Rojava ket rûpelên dîrokê.
 
Rêveberiya Xweser a ku bi dirûşma "Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser" hatibû ragihandin, dikeve sala xwe ya 14’an. Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berdêlên mezin hat qezenckirin û mohra xwe li dîrokê xist. Di wê serdemê de ne tenê gelê Rojava, lê ji her çar parçeyên Kurdistanê jin û ciwan derbasî Rojava bûn û tevlî têkoşînê bûn.
 
Di serî de ji 4 parçeyên Kurdistanê, ji metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê jî gelek kesan berê xwe da Şoreşa Rojava û tevlî bûn. Yek ji van kesên ku tevli vê berxwedanê bûbû jî Vedat Yeşîlkaya (Gelhat Serhed) bû. Malbata Yeşîlkaya ya ku di sala 1993’an de ji navçeya Dîgor a Qersê hatibû koçberkirin, ev 33 sal in li Stenbolê dijî. Vedat Yeşîlkaya di sala 2015’an de tevli Şoreşa Rojava bû û di 19’ê Cotmeha 2019’an de di şerekî li herêma Zirganê ya Hesekê de jiyana xwe ji dest da.
 
Bavê Yeşîlkaya, Faîk Yeşîlkaya, qala kurê xwe Vedat kir û bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava.
 
Yeşîlkaya anî ziman ku ew 33 sal berê neçar mane ku bi malbata xwe re koçî Stenbolê bikin û ev tişt got: “Di wan salan de tevgerê (PKK) nû li welêt xebat dikir. Ji ber ku min jî xebatên siyasî dikir, dewlet li min digeriya. Di serî de Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) û di hemû partiyên me de, ez xebitîm. Ne tenê ez, li ku derê çalakiyek, mitîngek an bernameyek hebûya, wekî malbat em diçûnê. Min zarokên xwe tu carî ji têkoşînê dûr mezin nekirin. Vedat (Gelhat Serhed) jî hîn di temenê zarokatiyê de, beriya berxwedana Kobanê jî her dem tevli çalakî û xebatan dibû. Lê şerê ku li Kobanê qewimî, bandoreke pir mezin li ser wî kir. Dema ku li Kobanê şer berdewam dikir, li vir jî berxwedan hebû. Li Esenyurtê çalakiyên ciwanan pir xurt bûn. Hevalekî Vedat di dema bûyeran de birîndar bûbû. Hevalê xwe biribû nexweşxaneyê lê nedikarîn ji nexweşxaneyê derxin. Ji ber ku derdora nexweşxaneyê tije polîs bû û ger derketina, polîsan ew nas dikirin û dê bihathana girtin. Paşê ez û kurê xwe yê mezin em çûn û me ew û hevalê wî bi awayekî ji wir derxistin.”
 
‘AXAFTINA DAWÎ’
 
Yeşilkaya got: “Piştî ku ew çû, bi salan agahî ji wî nehat. Tenê carekê, dema ku li Efrînê şer hebû, di 18’ê Adarê de telefon kir. Got ku ew li cihekî ewle ne û rewşa wan baş e. Di wexteke wisa de jî hewl dida bibe xwedî moral û moral bide me. Em nêzî nîv saetê axivîn. Me nekarî pir biaxivin ji ber ku xet her dem qut dibû. Piştî wê, me êdî qet agahî ji wî negirt, heta ku me agahiya şehadeta wî bihîst.”
 
‘ZAROKÊN ME JI BO ÇI ÇÛN?’
 
Yeşîlkaya diyar kir ku bersiva pirsa “Zarokên me ji bo çi çûn?” pir girîng e û wiha pê de  çû: “Her kesê ku diçe, ji bo ax û gelê xwe diçe. Gelo we dizanibû kurê min di peyama xwe ya dawî de çi parve kiribû? Nivîsandibû ku ‘Ez derdikevim rêyeke bêdawî’. Ev tê wateya ku ‘Ez ber bi mirinê ve diçim’. Bifikirin, tevî ku dizane diçe mirinê jî vê rêyê hildibijêre. Çima mirovek bi zanebûn ber bi mirinê ve diçe? Helbet ji ber ku ev zilm, îşkence û heqaretên dewletê li ser xwe hîs dike. Tevî van hemûyan dibin şervan. Ji aliyê madî ve rewşa me ne xerab bû, ger tiştek nekira jî dikaribû bi rehetî bijî. Lê zilma dewletê; li ser ziman, nasname û çanda gel bû. Ev hemû li ber çavên wî diqewimîn. Ji ber ku ev tişt hîs kirin, berê xwe da têkoşînê.” 
 
‘ROJAVA JI BO GELÊ KURD MESELEYA RÛMETÊ YE’
 
Yeşîlkaya destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd meseleya rûmetê ye û wiha got: “Neketina Kobanê ji bo dijmin bû derdekî mezin. Wê demê digotin ‘Kobanê ket, dê bikeve’. Gel got, ‘Em nahêlin Kobanê bikeve’ û neket. Ev ji bo me bû rûmeteke mezin. Me bi hezaran şehîd dan. Lê em bi rûmet in û serê me bilind e. Demekê li Rojava nasnameya Kurdan jî tune bû. Lê niha li wir destkeftiyên me hene, em bûn xwedî nasname. Rêbertiyê dibêje, ‘Heta niha 28 serhildan çêbûn. Ev jî serhildana 29’an e. Lê ev serhildan hemû bi komkujî, sêdar û zextan hatin qedandin. Lê serhildana 29’an çi bi dest xist? Dewleta Tirk anî ser masê.’ Ev jî ji bo me serbilindî ye. Pêwîst e em ji dîrok û ezmûnên xwe dersan derxînin.Tevî hemû êşan jî em ê di aştiyê de israr bikin.”
 
‘EM BÊ RÊBERTIYÊ NAKARIN AZAD BIBIN’
 
Yeşîlkaya têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd wiha got: “Ev bi hefteyan e parêzer jî di nav de tu kes nikare bi Rêbertiyê (Abdullah Ocalan) re hevdîtinê pêk bîne. Sedema vê yekê jî zîhniyeta dewletê ya xapandin û mijûlkirinê ye. Tiştê ku divê dewlet ji niha û pê ve bike ew e ku xal û sozên hatine gotin bi cih bîne. Gerîla çekên xwe şewitandin, hêzên xwe paşve kişandin. Li dijî vê yekê diviyabû dewleta Tirk qanûnek derxistiba. Bi vê qanûnê re dê girtiyên nexweş hatibana berdan, qeyûm hatibana rakirin û Rêbertî azad bibûya. Lê dewletê tu ji van bi cih neanî. Bi vê yekê re armanc dike ku pêvajoyê veguherîna sala 2015’an. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Em bê Rêbertiyê nakarin azad bibin.”
 
MA / Roza Arpa