Girtîgehê kovara 'Demokratîk Modernîteyê' neda girtî

Parve bike:

ENQERE- Kovara Demokratîk Moderneîte ya ku ji girtî Kenan Avci re hat şandin, bi îdiaya têgihên di kovarê de zimanê siyasî yê PKK'ê berbelav dike, radestî wî nehat kirin. 

 
Kovara Modernîteya Demokratîk bi ser navê "Rêveberiyên Herêmî û Komun" ku ji girtî Kenan Avci yê li Girtîgeha Hejmar 2 a Sîncan a Enqereyê re hat şandin, ji aliyê Lijneya Perwerdehiyê ya Girtîgehê ve bi hinceta "Têgihên bîrdozî yê PKK'ê diparêze û gotinên modeleke siyasî pêşniyaz dikin ên li dijî dewletê dihewîne" radestî wî nehatin kirin. 
 
Her wiha lijneyê derpêş kir ku nirxandinên têkildarî Abdullah Ocalan jî wekî "propagandaya rêxistinê" nirxand. 
 
Têkildarî vê Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, pêşniyaznameyek berpêşî meclisê kir. Di pêşniyaznameyê de biryarên Dadgeha Destura Bingehîn (AYM) ên der barê Demokratîk Modernîteyê de bibîr xistin û got ku AYM di vî warî de biryara binpêkirinê daye. 
 
Di pêşniyaznameyê de ku berpêşî Wezareta Dadê hat kirin, hat pirsîn ku di vî warî de dê tevdîrek bê girtin an na yan jî dê der barê berpirsan de pêvajoyek bê destpêkirin yan na?
 
MA / Sema Bîngol