Li Venezûelayê hejmara miriyan bû 4 hezar û 561
- Cîhan
- |
- 14 Tîrmeh 2026 09:49
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Venezûelayê, hejmara kesên di erdhejên 24'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 4 hezar û 561 kesan.
Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezûelayê (AN) Jorge Rodrîguez, li ser hesabê X'ê têkildarî du erdhejên ku di 24'ê Hezîranê de li pey hev çêbûn de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara miriyan bûye 4 hezar û 561 û hejmara miriyan jî bûye 16 hezar û 740 kes. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî erdhejê alîkarî gihîştiye 128 hezar û 324 malbatan û li herêmên erdhejê 107 bajarên konî hatine avakirin.