Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê: Bêçekkirina YJŞ-YBŞ’ê berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl diyar kir ku hewldana bêçekkirina hêzên YJŞ-YBŞ’ê dê bibe berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê û ev yek dê rê li ber ferman û qirkirinên nû vebike.

 
Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî yê ku piştî hilbijartinên dawî yên li Iraqê hat ser wezîfeyê, bi erêkirina Rêberê Olî yê Şiî yê Iraqê Elî Sîstanî û bi piştgiriya Muqteda el-Sedr û Çarçoveya Koordînasyonê ya ku baskê siyasî yê Şiiyan temsîl dike, pêvajoya tevlikirina komên çekdar di nava artêşa Iraqê de da destpêkirin. Ji bo rêvebirina vê pêvajoyê "Komisyona Komkirina Çekan di bin Kontrola Dewletê de û Qutkirina Têkiliyan" hat avakirin.
 
Serokê Heşda Şabî Falîh el-Feyad, di Sempozyuma Diyaloga Nînovayê de axivî û diyar kir ku di nava sê mehan de hemû Şengal, bi taybetî jî Çiyayê Şengalê dê bikeve bin kontrola artêşa Iraqê. Bi vê daxuyaniyê re, nîqaşên wekî "Gelo YJŞ-YBŞ ya ku wekî hêza parastinê ya Êzidiyan hatiye birêxistinkirin dê bibe xwedî nasnameyeke fermî û di nava artêşa Iraqê de bibe yek, an jî ferzkirineke wekî Peymana 9’ê Cotmehê di rojevê de ye" ketin rojevê.
 
Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl, rewşa dawî ya li Şengalê ji ajansa me re nirxand.
 
Xoxê Dexîl diyar kir ku li Şengalê dema ku YJŞ-YBŞ’ê tune bihesibîne, dê bibe berdewamiya "Peymana Şengalê" ya ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û hikûmeta Bexdayê de hatiye îmzekirin û wiha got: "Em bandorên tevlikirina hêzên çekdar ên Iraqê li ser Şengalê wekî berdewamiya vê peymanê dinirxînin. Her carê bi rêbazên cuda dixwazin civaka Êzidî bêparastin bihêlin. Ji fermanê û vir ve, parastina cewherî ya vî gelî bi destûreke ji Iraqê nehatiye kirin. Di dema fermana 2014'an de hêzên hikûmeta Iraqê jî li vir bûn, lê wan parastina vê civakê nekir. Civak bi tenê hat hiştin û gel bi qirkirinê re rû bi rû ma. YJŞ-YBŞ ji bo ku qirkirineke nû çênebe hat avakirin û heta îro ji bo vê têkoşiya. YJŞ-YBŞ parçeyekî Iraqê ye."
 
'GELÊ ÊZIDÎ ÊDÎ JI HÊZÊN DERVE BAWER NAKE'
 
Xoxê Dexîl bal kişand ser şerê ku DYA-Îsraîl li dijî Îranê dike, bandoreke nêzîk li Iraqê dike û wiha axivî: "Ev yek bandoreke aborî çêdike. Iraq di vê pêvajoyê de dixwaze her derî bixe bin kontrola xwe. Piştî bûyerên ku di sala 2014’an de li Iraqê qewimîn, li gelek cihan gelan bi hêzên xwe yên parastina cewherî li dijî gefa qirkirinê li ber xwe dan. Têkildarî vê yekê, ne diyar e ku dê di pêşerojê de çi biqewime û çi metirsî dê derkevin holê. Ev yek di warê siyasî û parastina cewherî de dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Heta niha geşedaneke şênber tune ye. Heke bê gotin ku 'Cihê YJŞ-YBŞ'ê di qanûnên Iraqê de tune ye', ev civak dê careke din bi qirkirinê re rû bi rû bimîne. Civaka Êzidî dê bêparastin were hiştin. Gelê Êzidî êdî ji hêzên derve bawer nake. Piştî tiştên qewimîn, bila kes ne li bendê be ku gelê Êzidî dê baweriya xwe bi hêzên din bîne. Metirsî ne tenê li Şengalê ye, îro li seranserê Iraqê metirsiyek heye."
 
'BILA KES 3'YÊ TEBAXÊ JI BÎR NEKE'
 
Xoxê Dexîl diyar kir ku 12’yemîn salvegera komkujiya ku DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk anîbû û Êzidî wekî “Fermana 74’an” pênase dikin nêzîk dibe û destnîşan kir ku divê civaka Êzidî li hemberî geşedanan hişyar be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Salvegera 12'yan a fermanê nêzîk dibe. Gelê Êzidî hîn jî di bin metirsiyê de ye. Divê her kes îsal bi şêwazekî xurt beşdarî çalakiyên bîranînê yên fermanê bibe. Werin em 3’yê Tebaxê bikin roja yekitî û piştgiriya gelê Êzidî. Heke em bi hev re tevbigerin, em dikarin daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Bila kes 3’yê Tebaxê ji bîr neke û wê rojê li ser pêyan be."
 
MA / Emrullah Acar