'Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin'

Parve bike:

ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Niyazî Budak ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, derbarê pêvajoyê de got: "Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin. Hêviya me ev e, armanca me pir zelal e. Civaka me jî xwedî vê ast û hişmendiyê ye. Ev rewş hêviyeke pir mezin dide mirov."

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm 335 jê giran, bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 161 jin û hezar û 251 jî mêr in. Tevî ku berdana gelek girtiyan ji aliyê Lijneyên Çavdêriya Girtîgehan ve bi hincetên cuda tê dirêjkirin jî, hinek ji wan piştî 30 salan tên berdan. Yek ji van girtiyan jî Niyazî Budak e ku tiliyên lingên wî tune ne û gelek nexweşiyên wî hene.
 
Budak, di 28’ê Hezîrana 2026’an de piştî 30 salên girtîgehê hat berdan. Budak ê ku di sala 1996’an de li nexweşxaneya ku lê dihat tedawkirin a li Stenbolê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê ve cezayê muebedê lê hatibû birîn.
 
Dema ku Budak hatibû girtin tiliyên lingên wî jêkirî bûn û di çoka wî de platîn heye. Budak ê ku nexweşiyên din ên wekî tansiyonê jî pê re hene, li girtîgehên Metrîs, Tîpa E ya Mûglayê, Tîpa E ya Manîsayê, Tîpa M ya Bergamayê, Tîpa F a Bucayê, Tîpa M a Midyadê, Tîpa T a Kandirayê û Şakranê hat ragirtin.
 
Budak, pêvajoya girtîgehê, rewşa girtiyên nexweş û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
 
Budak diyar kir ku beriya bê binçavkirin li Stenbolê du ameliyat derbas kirine û wiha axivî: "Çoka min a çepê ji kulimeka min 5 santîman kurt ma. Platîn hîn jî heye. Dema ku ez li qada gerîla bûm, ji ber ku ez çend rojan di nav berfê de mam, ji bo ku tiliyên lingên min nebin kangren û zerarê nedin, me jêkirin. Di pêvajoya 30 salên girtîgehê de jî ji ber mezinbûna temen û şertên girtîgehê, nexweşiyên wekî tansiyon, kolestrol, kezeb û kîstên li ser gurçikan li min peyda bûn. Di heman demê de min xwînrijiya mîdeyê jî derbas kir. Niha jî nexweşiyên mîna fitiqa piştê û fitiqa stû hene.”
 
'GIRTÎGEH LI GORÎ XWE RÊZIKAN DATÎNIN'
 
Budak behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û diyar kir ku ji ber notên ku ji pirtûka Nawshirwan Mustafa ya bi navê "Lîstika Sovyetê li Hamber Hikumeta Kurdistanê" girtine, cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Budak destnîşan kir ku ji ber vê pirtûka ku ji pirtûkxaneya girtîgehê girtiye 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn û derbarê vê pirtûkê de ku ti biryareke qedexekirinê jî li ser nîne, doza îdarî lê hatiye vekirin. Budak anî ziman ku li girtîgehê gelek mînakên wiha hene û rêveberiyên girtîgehan li gorî xwe rêzikan datînin û guh nadin rêzikên xwe jî."
 
'ME DESTÛR NEDA KÊFXWEŞIYA ME TÊK BIBIN'
 
Budak da zanîn ku li girtîgehê wekî "miriyên zindî" li wan dihat nêrîn, lê belê wan ti carî ramaneke wiha qebûl nekiriye. Budak got ku dema 30 salan dinirxîne gelek êş, xemgînî û zehmetî dîtine û wiha pê de çû: "Lê belê şert û mercên wan her çiqas giran bin jî, berxwedan, helwest û şêwaza me ya tevgerê hebû. Me jî li gorî pîvan û xebatên xwe tevger dikir. Me destûr neda ku ew bandorê li ser derûniya me bikin an jî kêfxweşiya me têk bibin. Morala hemû hevalên me yên li hundir, kelecan û hêviya wan di asta herî bilind de ye. Em van zextan, van astengiyan jixwe 40 sal in nas dikin û dizanin. Dixwazin me bi hûrgiliyên wiha yên piçûk mijûl bikin û enerjiya me xerc bikin, lê me qet destûr neda ku bala me belav bibe. Her çiqas evqas zehmetî û astengî hebûn jî, hêviyeke me hebû, em bêhêvî nebûn. Min 30 salên xwe wisa derbas kir ku qey ez li derve û li qadan im."
 
'BANGA ABDULLAH OCALAN DÎROKÎ YE'
 
Budak pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike jî nirxand û diyar kir ku wan banga Devlet Bahçeli ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şaşwazî pêşwazî kiriye. Budak banga Abdullah Ocalan wekî dîrokî" pênase kir û wiha got:
 
"Me banga Rêbertiyê bi awayekî zindî ji televizyonê temaşe kir û piştî salên dûr û dirêj agahiyek ji Rêbertiyê em pir hestiyar kirin. Pêvajoyên ku piştî wê pêş ketin hêviya me zêdetir kirin. Heta salek û nîv berê dema ku behsa danîna çekan dihat kirin, li dereke wekî Rojhilata Navîn pirsên me çêdibûn ku em ê çawa li ser pêyan bimînin. Lê dema ku em li têkoşîna xwe û paradîgma Rêbertiya xwe dinêrin, me dît ku ev têkoşîn dikare hişmendiya siyaseta Tirkiyeyê jî biguherîne. Di pêvajoya ku gihîştiye de, AKP hewl dide bi şopandina polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn pêvajoyê bi rê ve bibe. Lê divê baş bê zanîn ku Kurd êdî naxwazin di bin esareta kesî de bimînin. Divê dewlet jî li gorî vê gavan biavêje."
 
'DIVÊ XEBATÊN ME YÊN SIYASÎ JI ÇEKAN BIHÊZTIR BIN'
 
Budak diyar kir ku bi dawîbûna qonaxa têkoşîna çekdarî, têkoşîn bi dawî nabe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin. Hêviya me ev e, armanca me pir zelal e. Civaka me jî xwedî vê ast û hişmendiyê ye. Ev rewş hêviyeke pir mezin dide mirov. Piştî van 30 salan, di mejiyê min de tu nakokî, guman an jî reşbînî çênabe. Ez dikarim bi dilrehetî û serbilindî bibêjim ku êdî rêya me û tiştên ku em ê di pêşerojê de bikin bi temamî diyar e."