AMED - Komîsyona Girtîgehan a OHD'a Amedê, serdana girtiyên li 3 girtîgehên Erzînganê kir û ragihand ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê, Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê û Girtîgeha Jinan a Erzînganê kir û nêzî 20 girtiyan re hevdîtin pêk anî. Parêzerên OHD’î dan zanîn ku li ser girtiyan binpêkirinên giran hene û destnîşan kirin ku li her sê girtîgehan jî binpêkirina herî bingehîn, neşandina nexweşxaneyan e.
Parêzeran diyar kir ku ji ber nivîs û pirtûkên ku girtî dinivîsin, derbarê wan de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û di çarçoveya van lêpirsînan de cezayên hucreyê li wan tên birîn. Parêzeran mînaka girtiyekî da ku ji ber di nivîseke xwe de navê Kemal Pîr bi kar aniye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn lê hatiye vekirin û cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Parêzeran got: “Dîsa her çend cezayên dîsîplînê yên ji ber nivîsên di serdegirtinên odeyan de hatine desteserkirin bi biryara dadgehê hatibin betalkirin jî, wê nivîsê nadin girtiyan.”
ŞEWITANDINA ÎNFAZAN
Parêzeran derbarê binpêkirinên diqewimin de ev agahî parve kirin: “Odeyên girtiyan di bin navê lêgerîna rûtînê de tên belavkirin. Di her lêgerînê de gardiyan gotinên provokatîf li girtiyan dikin û tevgerên wiha nîşan didin. Di dema lêgerînê de eşyayên girtiyan diavêjin erdê û zirarê didin wan. Dîsa berdana girtiyan bi awayekî keyfî tê taloqkirin. Rêveberiya girtîgehê bi cezayên keyfî yên hucreyê, înfazan dişewitîne. Înfaza girtiyeke jin a ku 10 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta ku 3 caran cezayê hucreyê girtiye hat şewitandin. Dîsa înfaza girtiyeke din a jin, bi hincetên wekî poşman nebûye, ‘di qawişa alîgir de dimîne û cezayê dîsîplînê girtiye, cara duyemîn 6 mehan hat taloqkirin. Bi kurtasî, bi nêzîkatiyeke dijminane, li hundirê girtîgehê îşkenceya psîkolojîk li girtiyan tê kirin.”
Parêzeran anî ziman ku li her sê girtîgehan jî tecrîd li ser girtiyan heye û wiha gotin: “Têkiliya navbera girtiyan de pir kêm e û çalakiyên hevpar jî nayên kirin. Di çalakiyên ku tên kirin de jî sînorê saetekê yê heftane heye û ev dem jî kêm e.”
BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
Parêzeran da zanîn ku gihîştina girtiyên nexweş a ji bo tenduristiyê sînordar e û ev agahî parvekirin: “Li gorî ku girtiyekî nexweş ragihandiye; dema ku wan ji bo tedawiyê dibin revîra di nav kampusê de, kesê ku wekî bijîşk li wir e tiştekî nizane. Ew kes her tim bi telefonê li yekî digere û dipirse ‘Em ji bo vê çi bibêjin, çi dermanî binivîsin?’. Bijîşk girtiyan naşîne nexweşxaneyê û tevî ku dibêje ‘Tiştekî te nîne’ jî, gelek dermanan ji girtî re dinivîse. Dema girtî dipirse ‘Heke tiştekî me tune be nexwe tu çima evqas dermanan dinivîsî?’, tu bersivê nade. Dîsa girtî dibêjin ku ji ber xwarinên xerabûyî alerjî li wan peyda bûye. Di rû, guh, stû û destên girtiyekî de birîn derketine û nikare bêhnê bistîne. Ev rewş nêzî mehekê ye berdewam dike, lê tevî vê yekê jî bi tu awayî sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin.”
Parêzeran diyar kir ku ji ber rewşa alerjiyê li Serdozgariya Erzînganê serlêdana gilî hatine kirin, lê belê heta niha tu encam jê derneketiye.
MA / Rukiye Payîz Adiguzel