ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- Rojane
- |
- 14 Tîrmeh 2026 09:00
- |
* Komîsyona Girtîgehan a OHD'a Amedê, serdana girtiyên li 3 girtîgehên Erzînganê kir û ragihand ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.
* Girtiyê nexweş Niyazî Budak ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, derbarê pêvajoyê de got: "Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin. Hêviya me ev e, armanca me pir zelal e. Civaka me jî xwedî vê ast û hişmendiyê ye. Ev rewş hêviyeke pir mezin dide mirov."
* Dêrsimiyên ku derbarê wêneyên kêliya darvekriina Seyîd Riza û hevalên wî de nirxandin kirin, daxwaz kirin ku cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêne diyarkirin.
* Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Xoxê Dexîl diyar kir ku hewldana bêçekkirina hêzên YJŞ-YBŞ’ê dê bibe berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê û ev yek dê rê li ber ferman û qirkirinên nû vebike.
* Nobeda ku li Gimgimê li dijî projeya JES'ê dest pê kir, dê di roja 72'yan de bidome. (12.00-21.00)
* MHP û CHP, dê li Meclisê civîna komê li dar bixin. (10.30-13.30)
* Dê Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê, li Meclisê civîna koma partiya xwe li dar bixe. (12.45)
* Bi boneya 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dê li ber Girtîgeha Tîpa E a Amedê daxuyanî bê dayîn û dê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê jî daxuyanî bê lidarxistin. (11.00-16.00)