Li Mêrdînê mirina bi guman a zaroka 15 salî

Parve bike:

MÊRDÎN - Li Mêrdînê zaroka ku beriya 4 rojan li mala xwe birîndar hatibû dîtin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.

 
Li gundê Darayê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê zaroka 15 salî E.T beriya 4 rojan li mala xwe bi awayek birîndar hatibû dîtin û ew rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê. Zaroka ku bi guleya çekê hatibû birîndarkirin li ser hemû mudaxaleyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
Dozgeriya Mêrdînê li ser pêkhatina bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Heya niha derbarê bûyerê de dayik û bavê E.T hatine binçavkirin.