Şandeya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Kurtulmuş re daxuyanî da

Parve bike:

ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê  der heqê hevdîtina bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş de daxuyaniyekweşand û di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser derxistina çarçoveya qanûnî û gavên şênber û li ser vê mijarê fikra hevpar û teyîtkirina rola TBMMê di vî warî de girîng bû.”

 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar pêk tê, li meclîsê bi Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin pêkanî. Piştî hevdîtinê şandeyê daxuyaniyeke niviskî bi raya giştî re parve kir.
 
Daxuyaniya niviskî ya heyetê wiha ye: “Me bi Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş re hevdîtineke ku 40 deqîqe dom kir, pêk anî. Rojeva hevdîtina me çarçoveya qanûnî bû. Me di hevdîtinê de fikra xwe ya li ser çarçoveya qanûnî ku divê di bin banê meclîsê de bê çêkirin anî ziman. Birêz Nûman Kurtulmuş jî diyar kir ku ew jî di heman fikrê de ye û hewldanên wî yên li ser vê mijarê dê berdewam bike. Li ser derxistina çarçoveya qanûnî û gavên şênber û li ser vê mijarê fikra hevpar û teyîtkirina rola TBMM’ê di vî warî de girîng bû.”