Meclisê têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Kurtulmuş daxuyanî da

Parve bike:

ENQERE - Meclisê têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Kurtulmuş de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê giringiya xebatên parlamentoyê hatiye destnîşankirin. 

 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar pêk tê, li meclîsê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêkanî. Piştî hevdîtinê TBMM’yê li ser hesabê xwe yê X’ê têkildarî hevdîtinê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xebatên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtinên bi partiyên siyasî û qonaxa pêvajoyê hatiye gotûbêjkirin. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di hevdîtinê de herwiha mijarên verastkirinên ku di rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li TBMM’ê hatibû avakirin û serketin pêvajoyê hatin gotûbêjkirin. Hate destnîşankirin ku pêvajo heta niha bi serkeftî pêşve çûye û di çarçoveya berpirsiyariyên ku saziya siyasetê li xwe girtiye, encamên girîng hatine bidestxistin û ji bo serketina giringiya xebatên parlamentoyê hatin destnîşankirin.”