Dayikên Aştiyê serdana gora Munîhe Koçê kirin

Parve bike:

ENQERE - Dayikên Aştiyê yên ji bajarên Amed, Îzmîr û Stenbolê, serdana gora Dayika Aştiyê Munîhe Koçê kirin.

 
Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana gora Dayika Aştiyê Munîbe Koç a Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê kirin. Dayikên ji Amed, Stenbol û Îzmîrê hatibûn destpêkê çûn mala Munîbe Koç û piştre jî ji wir derbasî Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê bûn.
 
Li goristanê Dayikên Aştiyê kulik danîn li ser gora Munîbe Koç, Quran xwendin û bîranîn û hestên xwe parve kirin. Piştre dayik derbase cihê taziyeyê bûn.