NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît pêvajo nirxand û got: “Ji bo pêşketina pêvajoya entegrasyona demokratîk, şertê pêwîst ê ewil ew e ku divê statuya siyasî û hiqûqî ya sermuzakerevan were qebûlkirin. Divê statuya Rêber Apo were qebûlkirin.”
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît li Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV re axivî û bûyerên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Berfirehiya nirxandina Hêlîn Umîtê wiha ye:
Belê, 82 xelatgirên nobelê, rewşenbîr, nivîskar û zanyaran bangeke nû kirin. Ev dibe banga wan a 3’yan. Berê jî ji Konseya Wezîran a Ewropayê re bang û daxwazên wiha kirine. Lê belê di demeke wiha de, helbet pir watedar e ku 82 rewşenbîrên ku nûneriya wijdanê mirovahiyê dikin, ketine nava hewldaneke wiha. Baldar bin, şerê li Rojhilata Navîn, hilweşîn, qonaxa niha mirovên bi hestiyar û bi wijdan ditirsîne. Hewl didin tiştekî bikin. Ev 82 rewşenbîr jî, bi taybetî rageşî, deryaya xwînê û şerê li Rojhilata Navîn berçav digirin û azadiya Rêber Apo dixwazin. Ez vê yekê hinekî jî wiha dinirxînim, hûn dizanin li Tirkiye û Kurdistanê rewşenbîr hene, yan jî kesên xwe weke rewşenbîr dibînin hene, lê belê li pêşberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo bi rastî jî tevî derfetê kêm jî dixwaze pêş bixe, bê hestiyar in. Lê belê ji sînoran wêdetir, beşeke ku nûneriya wijdanê mirovahiyê dike, derket holê. Ev yek hêviyê dide û bi rastî jî pir watedar e. Di vî warî de ez hemû rewşenbîrên ku îmzeya xwe avêtine vê metna bangê silav dikim. Ez hêvî dikim ku tenê bi bangê re sînordar neminin. Gelek tişt hene ku mirov bike. Yanî ji bo Rojhilata Navîn, cîhanê, Kurdistanê, Kurdan, gelek tişt hene ku mirov bike. Ev bi rastî jî pirsgirêkek navneteweyî ye. Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkek navneteweyî ye. Di vî warî de hewldana van rewşenbîran pir watedar e.
We jî îfade kir, di banga xwe de cihê Rêber Apo danasîn dikin. Yanî, hem statuya wî danasîn dikin, hem jî dibêjin, kesayetê aştiyê ye. Destnîşan dikin ku di demeke wiha de rêber û pêşengên ji bo aştiyê dixebitin, divê bên destekkirin. Ev xaleke pir girîng e. Dîqet bikin, hema bêje li her dera cîhanê şer heye, jixwe li Rojhilata Navîn şer bi dijwarî dewam dike, li holeke wiha weke nûnerê modernîteyeke din dengê Rêbertî ji aliyê van kesan ve hatiye bihîstin. Belê, di banga xwe de bal dikêşin ser mafê hêviyê û bicihanîna mafê hêviyê û diyar dikin ku têkildarî vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê wezîfeya xwe pêk bîne. Lê belê bi vê yekê re jî sînordar namînin. Hîn zêdetir dibêjin. Dibêjin, statuya wî ya hiqûqî û siyasî zelal bibe û Rêber Apo divê bibe xwedî pozîsyoneke ku bikare vê pêvajoyê bi bandor bimeşîne, yanî bi fîzîkî divê azad bibe. Em heta dawî tevli vê yekê dibin.
Ez dixwazim vê jî bêjim, belê li Kurdistan û Tirkiyeyê mirovên xwedî wijdan, rewşenbîr û beşên ku dixwazin pirsgirêka civakî çareser bikin hene. Lê belê bi taybetî, beşeke ku medyayê dagir dike jî heye. Tam kor in yanî. Ev 82 rewşenbîr dema vê bangê dikin, li Tirkiye û Kurdistanê jî bêhestiyarbûnek heye. Di vî warî de ev hewldana 82 rewşenbîran girîng e. Min di destpêkê de jî got, ev hewldana wan a sêyemîn e. Divê hejmara wan zêdetir bibe, hîn zêdetir bi rêxistinkirî bin, dîsa hîn zêdetir di çalakiyan de cih bigirin. Ez vê daxuyaniya 82 rewşenbîran tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê nanirxînim, ev bangeke ji bo mirovahiyê ye. Yanî, rewşa cîhanê dibînin, tengasiya mirovahiyê dibînin, li holeke wiha dibînin ku Rêber Apo weke navenda çareseriyê derketiye holê û piştgirî didin vê yekê. Bi rastî jî, ev geşedaneke xweş e. Yanî di jiyana me de tenê geşedanên nerênî nîn in, geşedanên wiha xweş jî çêdibin.
STATUYA HIQÛQÎ Û SIYASÎ
Beriya çend rojan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civîn lidar xist û ev mijar nexist rojevê. Di 9-11’ê Hezîranê de rûniştinên civînên xwe lidar xistin. Yanî rewşeke wiha heye. Sala borî, Konseya Wezîran a Ewropayê wext dabû Tirkiyeyê û jê xwestibû ku pêdiviyên peymana DMME’yê bi cih bîne. Lê belê nehat bicihanîn û îsal jî neket rojevê. Yanî tişta ku dihat hêvîkirin, ev bû ku DMME biryareke pêkanînê bide. Yanî dihat hêvîkirin ku li ser Tirkiyeyê biryareke pêkanînê bide. Lê belê ev çênebû. Niha ev çima wisa çêdibe? Pirsa esas ev e. Sîstema Ewropa, saziyên di nava sîstema Ewropayê de, çima têkildarî hebûn û azadiya Kurdan di nava helwesteke wiha de ne? Weke esas mijara ku divê em nîqaş bikin, pirs bikin û fêm bikin ev e. Di rastiyê de Kurd sedemê wê dizanin. Di nava têkoşîna 50 salî de, bi taybetî Ewropa bû qadeke girîng a têkoşîna azadiyê. Ewropa, sîstema Ewropa, gelê Kurd û Kurdistanê nas dike, têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin dizane, Rêber Apo dizane. Wê demê çima wiha dibe? Ewropa xwe weke navenda demokrasiyê pênase dike, lê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan bêdeng dibe, helwest raber nake û hetta dibe hevkarê sûc jî. Divê mirov vê pirsê baş fêm bike.
Rêbertî sala 98’an, dema ji Şamê derket, berê xwe da Ewropa. Çima Ewropa? Ji ber ku li çareseriya siyasî digeriya. Ji pirsgirêka Kurd re li muxatabekî digeriya. Ta ji wê demê ve Rêbertî xwest li ser vî bingehî komploya navneteweyî pûç bike, beriya wê amadekarî hebûn. Lê belê hemû derî li ser rûyê wî hatin girtin. Yanî weke kesê ku nayê xwestin, hate îlankirin. Helbet sedemên vê yekê hene. Ez wiha bi kurtî bêjim, weke tê zanîn sîstema li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn şêwe girt. Mirov dikare ji vê re bêje, sîstema Sykes Picot. Yanî li gorî wê li Tirkiyeyê rejîma Kemalîst hate avakirin, proto Îsraîl. Li cem Ereban, rejîma Baas hate avakirin. Li Îranê rejîma Şah û piştre rejîma Xumeynî hate avakirin. Lê belê di navenda van hemûyan de Kurdistan hebû. Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê, Rojhilata Navîn a ku şêwe girtî, wiha bû. Di rastiyê de Ewropayê bi xwe sîstemeke li ser esasê înkar û Îmhakirina Kurdan, qirkirina Kurdan û xistina gorê, ava kir. Yanî sîstema kapîtalîst a kûreyî stratejiya ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de çêkirî, li ser esasê înkarkirina Kurdan bû. Lewma Kurdan çiqas berdêl dabin jî, çiqas fedakarî kiribin jî, çiqas xwîn û can dabin jî, sîstema Ewropayê û hegemonyaya wê guhên xwe ji hebûna Kurdan re girtî hişt. Ev nêzîkatiyeke stratejîk bû. Sala 98’an me ev rastî dît.
Rêber Apo welat bi welat geriya, li hewayê hate hiştin, yanî cihek nehat dîtin ku balafira wî lê dakeve. Lê heman Ewropa di rastiyê de ji Tirkiyeyê hîn zêdetir, berpirsyarê pirsgirêka Kurd e. Heman Ewropa, xwediyê sîstema ku pirsgirêka Kurd ava kirî ye. Divê mirov vê yekê wiha bibîne. Lê belê niha rewşeke wiha heye. Stratejiya li Rojhilata Navîn tê guhertin. Tevî polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên 50 salî, hebûna Kurdan di gorê de nema. Gor hate derizandin. Bi pêşengiya PKK’ê, bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi pêşengiya Rêber Apo li Tirkiye û Kurdistanê, li Ewropayê û hema bêje Kurd li kuderê bin ketin ferqa hebûna xwe. Tenê bi vê yekê re jî sînordar neman. Mesele niha em binêrin, eger em behsa gelekî ku ji bo azadî û hebûna xwe diaxive bikin, ev gelê Kurd e. Niha car din Rojhilata Navîn şêwe digire. Yanî stratejiya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbûyî, hate derbaskirin. Sîstema Sykes Picot tê derbaskirin. Di vê sîstema nû de, Ewropa wê çi bike? Pirs ev e. Mesele ez di vê nêzîkatî û polîtîkaya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, saziyên eleqeder, saziyên ku modernîteya Ewropayê temsîl dikin de, nebûna seknekî dibinim. Di lingekî wê de bêpolîtîkatî, di lingê din de jî israra di statukoya heyî de ez dibînim. Yanî Ewropa dixwaze ku hevsengiya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatî avakirin, stratejiya li Rojhilata Navîn weke heyî dewam bike.
Lêbelê hebûna Kurdan, êdî xwe nîşan da. Ev statuko êdî nikare dewam bike. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Şerê Rojhilata Navîn heye. Tifaqa Îsraîl-Emerîka li herêmê çi dike, dîzayneke nû pêş dixin. Li Rojhilata Navîn dîzayneke nû heye. Têkilî û tifaq jinûve şêwe digirin, di rewşeke wiha de li dijî Kurdan stratejî tê guhertin. Niha stratejiya her kesê heye, Îsraîl xwedî stratejiyeke Kurdan e. Belê beriya 100 salan, Tirkiye weke Proto Îsraîl hate avakirin, li herêmê ji bo avakirin û piştgirî dayîna Îsraîlê hate avakirin. Lê belê ev hate derbaskirin, niha ev tê derbaskirin. Dema Post Îsraîl, yanî em niha di dema piştî Îsraîlê de ne. Îsraîl çi dike hûn dizanin? Li dijî Ereban di şexsê gelê Fîlîstînê de şer dike, li dijî Îran û Farsan di nava şer de ye. Ji aliyê Îsraîl ve, vêca Kurd û Tirk dimînin. Du hêz, li herêmê li ser avakirina hêzê rû bi rûyê hev tên. Îsraîlê hêza dînamîk a Kurdan ferq kir, 60 milyon Kurd, 4 parçeyên Kurdistanê. Dît ku li kuderê bi van Kurdan re têkiliyeke xurt çêbike, wan bigire pişt xwe, wê li herêmê bi bandor be. Li ser vê yekê planeke wê heye. Dijbertiya Tevgera Azadiyê ya Kurd jî ji vê derê tê. Ji ber ku nekarîn Rêber Apo kontrol bikin. Em vê pir baş dizanin. Hûn nenêrin ku medyaya şerê taybet dibêje nizanim ev da kirin, nizanim ev da gotin û hwd. Evane hemû îftîra û şerê taybet in. Yanî dijberiya Îsraîlê ya li dijî Tevgera Azadiyê ji vê derê tê. Ji ber vê yekê NATO, Emerîka û Îsraîlê piştgirî da şerê li dijî me. Di beşekî girîng ê şerê li dijî me de, Îsraîlê hemû çekên xwe û teknolojiya xwe da Tirkiyeyê. Em dizanin ew heronên li ser serê me difirin, yên kê ne. Yanî bi kurtasî ez dixwazim bêjim, stratejiya Îsraîl û DYA’yê hate guhertin. Înkarkirina Kurdan êdî li cîhanê nemaye, li Tirkiyeyê bimîne çiye. Gelo Ewropa ma vê yekê wê nebîne? Ma Ewropa wê nebe xwedî stratejiyeke Kurdan. Yanî Ewropa wê çawa li Rojhilata Navîn a ku tê guhertin, cih bigire? Li Tirkiyeyê jî înkar heye, qirkirin heye, çanda îmhayê heye, lê tevî vê yekê jî Bahçelî bê navber behsa tiştekî dike. Yanî herêm tê guhertin, cîhan tê guhertin, gelo em ê çawa bikin, welatê me dê wiha bimîne, çembereke agir heye, xeterî heye. Dem bi dem daxuyaniyên Îsraîlê çêdibin, evane hemû nîşan didin ku guhertina li herêmê bi hemû hêza xwe dewam dike.
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ Û STATU
Nabe ku Ewropa vê helwesta xwe bidomîne. Ewropa divê dest ji polîtîkaya xwe ya ku destekê dide înkarkirina Kurdan, berde. Divê bi zanebûna ku demokratîkbûna Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe, mafê hêviyê yê Rêber Apo û statuya wî nas bike. Rêberê 60 milyon Kurdan, Rêber Apo ye. Belê aktorên din jî yên siyasî hene. Kurd wisa ne çêkereke homojen in, lê belê bênîqaş yekane rêbertî, Rêber Apo ye. Divê ev were naskirin.
Konseya Wezîran a Ewropa çima têkildarî mafê hêviyê ji bo Rêber Apo gotinekî nake. Hesabê kîjan berjewendiyê? Hesabê berjewendiyê heye, ji ber ku di rastiyê de weke hiqûqî û qanûnî divê van serlêdanan binirxîne. Kurdan bi hezaran name nivîsandin. Bi rojan li ser deriyên wan man. Bi hezaran dosya berhev bûn. Serlêdanên Rêbertî bi xwe jî hene. Tevî van hemûyan jî eger tiştek nayê kirin, wê demê li wir nêzîkatiyeke pir paşverû heye.
Weke di pirsa we ya ewilî de jî min got, tiştên xweş jî diqewimin. Ev konferans jî, yek ji xebatên herî girîng a demên dawî ye. Li Tirkiyeyê rojeveke wisa heye ku mejiyê mirovan radiwestîne. Li aliyekê pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên bi kok hene, bi zehmetiyên xwe, xwe ferz dike. Li aliyê din jî şerê ji bo kursiyan, rojevên cuda, rojevên şerê taybet hene. Di atmosfereke wiha de li Tirkiyeyê konferanseke li gorî rojeva wê guncaw, hate lidarxistin. Min qismek şopand. Yanî hîna dema em vê roportajê didin, konferans dewam dike. Lê belê axaftvanên roja destpêkê, analîzên pir hêja kirin, îrade nîşan dan. Ne tenê kesên beşdarî konferansê bûne, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê peyamên watedar şandin. Belê, pirsgirêka esas a Tirkiyeyê, pirsgirêka veguherîna demokratîk e. Yanî navê konferansê jî bi rastî tam di cih de ye. Divê di her mekanîzmayeke Tirkiyeyê de konferansên wiha, nîqaş û rojevên wiha çêbibin.
Bi rastî jî li Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê êdî nikare bê hilgirtin. Avakirina 100 salî ya Komara Dewleta Tirk, li ser bingehê antîdemokratîk çêbû. Ji ber ku xwe sparte înkarkirina hebûna Kurdan. Hinek kes dibêjin, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokratîkbûnê heye, heta evane çareser nebin wê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe? Kurd timî rewşa xwe nîşan didin. Her tim dibêjin, pirsgirêka Kurd. Nabînin ku pirsgirêkek din jî heye.” Rexneyên wiha hene. Lê belê yên ku vê dibêjin, vê yekê nabînin, di avakirina Tirkiyeyê ya evqasê li ser esasê antîdemokratîkbûnê de, pirsgirêka esas înkarkirina hebûna Kurdan e. Dema komar hate avakirin ne tenê li Kurdan, di heman demê de li Ermenî, Çerkez û hwd gelên din jî yên ku li Tirkiyeyê dijîn, Tirkîtî û yek nasname hate ferzkirin. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve pirsgirêka esas, timî ew bû ku nifûsa Kurdan li herêmên diyar zêde bûye û ev yek ji aliyê damezrînerên komarê ve weke gefek hate dîtin. Vê rewşê rejîmeke şîzofrenî û paranoyak derxist holê. Yanî em bêjin ku li Tirkiyeyê karker wê mafên xwe bixwazin, nikarin bixwazin ji ber ku Kurd hene. Kurd eger bi têkoşîna karkeran re bibe yek, Tirkiye wê winda bike. Pirsgirêkên jinan ên têkoşîna li dijî zayendperestiyê heye, eger Kurd û têkoşîna jinan bibe yek wê ji kontrolê derkeve.
Pirsgirêka aborî ya Tirkiyeyê jî heye, yan jî pirsgirêkên edaletê hene, pirsgirêkên hiqûqê hene. Li dijî vê yekê 3-5 kes bên ba hev û hewl bidin tiştekî bêjin, yanî tabloyeke wiha ya Tirkiyeyê derket holê. Welatparêzên rast ên Tirkiyeyê, civaka li Tirkiyeyê divê nerehet bin ku evqasî bêîrade hatine hiştin, nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman û ji bo xwe têbikoşin. Ti kes nikare ji mirovê kole hez bike. Mirovên bêîrade nayên hezkirin, mirovên bêîrade tên karanîn, nikarin berê xwe bibînin, îro civaka Tirkiyeyê hate vê rewşê ku nikare ji bo pirsgirêkên xwe yên esas têbikoşe. Çima? Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye. Ji ber ku eger Kurd bibîhîzin, wê rabin ser piyan, wê Tirkiye parçe bibe, yanî tirseke wiha paranoyak heye. Li cîhanê rejîmên wiha nemane. Erê, hîna li cîhanê sîstema netew dewletê serwer e. Modernîteya kapîtalîst, li ser sîstema netew dewletê xwe li ser piyan digire, dide jiyîn, ew form û şêwazê wê ye. Lê belê serkêşê netew dewletê Emerîka jî, xwedî meclîsên federal e. Qadên ku civak bikarin xwe lê îfade bikin, xwe lê rêxistin bikin hene. Niha li Tirkiyeyê, bi rastî jî divê ev pir cidî were nîqaşkirin.
Konferansa Veguherîna Demokratîk, ji bo siberoja Tirkiyeyê ev pirsgirêk danîn ser maseyê. Ji gelek pêkhateyên li Tirkiyeyê, mesele ji Lazan, ji Ermeniyan û hwd tevlîbûn çêbûn. Jin bi rengekî aktîf tevlî vê konferansê dibin. Ev vê nîşan dide, yanî bi rastî jî di kûrahiyê de pêlek heye, lêgerînek heye. Ev di rastiyê de pêwîstî û daxwaza esas a Tirkiyeyê ye.
Lê belê, divê em wiha bikin. Divê ew wiha bikin. Berê jî, sala 2013, 2014’an dema Rêber Apo ala aştiyê bilind kir, ji bo aştiyê têkoşiya, bi rastî jî rewşenbîrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê ku xwestin bi Rêber Apo re bimeşin derketin holê. Hin hewldan kirin. Pir hêja bû. Lê belê rejîma li Tirkiyeyê bû navendî û hîn zêdetir ber bi faşîzmê ve çû. Vê yekê ev hewldan paşde bir. Hinekî bêhêvî hişt. Hinekî li dijî rastiya rejîmê ya heyî tirsiyan.
Niha dem hatiye ku divê em hemû tirsên xwe, bihêlin aliyekî. Niha dema guhertinê ya Tirkiyeyê ye. Yanî eger Devlet Bahçelî vê yekê diparêze û li gorî vê tedbîrên xwe digire, wê demê divê çepgir, sosyalîst, kesên azadiya jinê dixwazin, kesên di lêgerîna demokratîkbûnê de ne û kesên dixwazin Tirkiye bibe welatekî hîn azadtir, divê bi cesaret bin. Yanî li ser vê bingehê, tenê bi nîqaşên çendek konferansan na, divê hîn zêdetir bikevin nava civakê, bibin sazî, bi taybetî jî vê yekê ji civaka Tirkiyeyê re vebêjin û gav bavêjin. Ez vê yekê weke kêmahiyeke cidî dibînim. Weke rexnedayîneke me jî ez dixwazim were qebûlkirin. Erê, li Kurdistanê civaka Kurd Rêber Apo nas dike, dizane ka Rêber Apo çi dixwaze, dilsozê wî ye, canên xwe yên herî hêja ji vê têkoşîna 50 salî re dan. Ez dikarim bêjim, nexwar, lê bi me da xwarin. Yanî nanê xwe da me. Gelê me em li ser piyan hiştin. Navbera me û gelê Kurd girêdaneke ku ti kes nikare hilweşîne, heye.
BASKÊ DUYEMÎN Ê ÇÛKÊ
Lê belê ji ber ku me bi rengekî têrker xwe ji civaka Tirkiyeyê re venegot, yanî nas nakin û nizanin. Nizanin ka em cîhaneke çawa, Tirkiyeyek çawa dixwazin. Divê em xwe bigihînin civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku aştî çûkek xwedî du bask e. Lê baskekî vê çûkê, gel e, ne dewlet e. Yanî hûn dizanin, Devlet Bahçelî behs kir. Lê belê ji bo bi rastî jî ew bask bifire, divê Tirkiye bibe yek. Hingê wê Tirkiye bilind bibe. Yanî ez behsa bilindbûneke manewî dikim. Civaka heyî ya Tirkiyeyê, rû bi rûyê rizîbûnê ye. Yanî civaka Tirkiyeyê dikare manewiyat û wateyeke nû qezenc bike. Ji bo vê di serî de pêşniyar û banga min a ji bo beşdarên vê konferansê, yên destek dane vê konferansê, divê tenê bi konferansê re sînordar neminin. Bi rastî jî divê bixin pratîkê û veguherînin daxwazên ji bo mafan. Bi vê wesîleyê ez dubare bêjim, yê ku bûye sedema lidarxistina konferanseke wiha, helbet Rêber Apo ye. Divê her kes vê rastiyê bibîne.
Ez jî tam nizanim çi bêjim. Ez wisa bêjim, bila bi lez bikin. Ma kê destê wan girtiye? Kê li pêşiya wan asteng e? Belê, axaftinên civînên vê hefteyê min jî guhdar kir. Daxuyaniyên li cihên cuda hebûn. Mirov şaş dimîne, berpirsyarên pratîkê, dibêjin, ‘em ê tempoya xwe zêde bikin, em ê bi lez bikin’, lê belê rewşeke wiha li holê nîne. Bi rastî jî pirsgirêka herî giran û cidî ya Tirkiyeyê wisa li holê hiştin, nediyariya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Ev xisûseke ku fikareke zêde çêdike. Ez dixwazim vê wisa îfade bikim. Yanî erê, Devlet Bahçelî bê navber behs dike ku ew ê ji bo pêvajoyê israr bikin. Pêşniyaran dike. Nirxandinên Rêber Apo jî ji bo vê yekê çêbûn. Lê belê di pratîkê de tiştek nîne. Mesele, herî dawî bi rexneyên me re, eger were bîra we me di bernameya we de nirxandibû, ji bo pêvajoyê nexşerêyeke bi 7 maddeyî, konsesuseke dewletê ji aliyê Devlet Bahçelî ve hate vegotin. Rexne û redkirinên me yên ji bo wê, dewam dikin. Di dema dawî de Tayyîp Erdogan ew bêdengiya xwe şikand. Qebûl kir ku pêvajo însiyatîfeke dewletê ye.
Lê belê ez dikarim wiha bêjim, rewşeke ku ne li gorî cidiyet û rewşa dewletê heye. Divê dewlet navê wê diyar bike. Rewşeke ku bi israr ji vê yekê direve, heye. Ev yek pirsan pir zêde dike. Fikaran çêdike. Eger dîsa jî be, ez ê dubare bêjim. Me her tiştê ku ketî ser milê me, pêk anî. Hemû barê pêvajoyê ji Rêber Apo re hate hiştin. Yanî, heval Nûjiyan niha tiştek wiha li Tirkiyeyê heye. Mesele em bêjin, pirsgirêka aborî heye, bila Rêber Apo were çareser bike.
Mesele, krîza herêmî heye, di têkiliyên derve de pirsgirêk heye bi Îran, Sûriye, Iraqê re, bila Rêber Apo were çareser bike. Lê belê Rêber Apo di pozîsyoneke wisa de dihêlin ku statuya wî nîne. Wê çawa bike? Erê, Rêbertiya me hêza çareseriyê ye. Rêberê me dehayekî siyasî ye. Ez ji dil bawer dikim, yanî ji bawerkirinê hîn wêdetir jî dizanim. Eger derfetê Rêber Apo hebe, bi rastî jî wê Tirkiyeyê demokratîk bike û rake ser piyan. Di her mijarê de Rêber Apo xwedî hêz û îradeya çareseriyê ye. Lê belê desthilatdariya siyasî ya heyî, destûra vê yekê nade.
PÊVAJOYA ENTEFRASYONA DEMOKRATÎK
Niha bangên yekitiyê jî tên kirin. Bila ti kes fêm neke ku her tişt demildest ji me re tê ragihandin. Tiştek wisa nîne. Ji ber ku muzakerevanê me, Rêber Apo ye. Muzakerevanê me yê sereke Rêber Apo ye. Muhtemelen şandeya dewletê bi Rêber Apo re nîqaşan dimeşîne. Di warê ku aha pêvajo sekinî yan jî xitimî de, tespîtên me nînin. Lê belê, dibêjin pêvajo dewam dike. Pênaseya ‘dewam dike’, fiîleke liv û tevgerê ye. Lê di pêvajoyê de liv û tevger nîne. Çi dewam dike! Hatiye heta cihekê û sekinî ye. Navê vê jî pêvajoya entegrasyona demokratîk e. Ji bo pêşketina pêvajoya entegrasyona demokratîk, şertê pêwîst ê ewilî ew e ku divê statuya siyasî û hiqûqî ya muzakerevanê sereke were naskirin. Divê statuya Rêber Apo were naskirin. Ev jî bi rengê ku “em ê qanûneke demkî derbixin û bi wê re yên li çiyayan bînin xwarê, ji holê rakin” nabe. Divê bi aqlê me neyê lîstin.
Lewma eger bi rastî jî bi samîmî dibêjin Sedsala Tirkiyeyê, bila baş were danasîn. Mesele di vê sedsala Tirkiyeyê de, çi li benda Tirkiyeyê ye, bila ev were gotin. Di sedsala nû ya Tirkiyeyê de tişta ji sedsala berê ya Tirkiyeyê cuda, wê çi be? Eger nûbûnek çêbibe, ev wê Komara Tirkiyeyê ya nû ya li ser esasê tifaqa Kurd-Tirk be. Bi rengekî din, li Tirkiyeyê nûbûnek nabe. Ji ber ku pirsgirêka esas a Tirkiyeyê ev e. Birîna wê ya esas, ev e, nexweşiya wê ev e.
MAFÊ SIYASETKIRINÊ
Ev pêvajo bi bangekê re destpê kir. Me yan jî Rêber Apo li deriyê ti kesê nexist. Yanî bila ti kes bila şaş fêm neke, ne ku lêgerîneke me ya ji bo diyaloga aştiyê ya li Tirkiyeyê nebû. Helbet em her tim ji zemînê diyaloga demokratîk re vekirî bûn, em timî di nava lêgerînê de bûn. Me xebatên ji bo zemînê vê yekê, meşand. Lê belê, pêvajoya Cotmehê bi banga Devlet Bahçelî re destpê kir. Devlet Bahçelî çi gotibû, Rêber Apo bila PKK’ê fesix bike, dawî li têkoşîna çekdarî bîne, ji mafê hêviyê sûd werbigire, bila were bi DEM’ê re siyasetê bike. Niha ji van, kîjan çêbû? Pêvajoya fesixkirina PKK’ê temam bû, dawî li statejiya têkoşîna çekdarî hate anîn, başe, gelo yên din? Mafê hêviyê û mafê siyasetkirinê yê Rêber Apo, hate dayîn? Polîtîka ne tenê hunera axaftinê ye. Polîtîka di rastiyê de qadeke çalakiyê ye. Yan li bendê nebûn ku Rêber Apo bi vê tempoyê pêvajoyê pêş bixe, yan jî di nava lîstokek ecêb de ne. Eger weke Erdogan gotiye, pêvajo bi lez bikeve, weke Bahçelî gotiye, bibe sedsala Tirkiyeyê, divê statuya hiqûqî û siyasî ya Rêber Apo were naskirin û bi fîzîkî azad bibe.