Danişîna rojnamevan Gok hat taloqkirin
- Rojane
- |
- 16 Hezîran 2026 11:17
- |
AMED - Danişîna 11’emîn a ku rojnameger Abdurrahman Gok ê ji ber îdîayên îtîrafkar Umît Akbiyik dihat darizandin, taloqî 22’yê Îlonê bû.
Doza ku li dijî rojnamevan Abdûrrahman Gok bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû vekirin, berdewam dike. Ev doz bi temamî li ser bingeha daxuyaniyên îtirafkar Umît Akbiyik û xebatên Abdurahman Gok ên pîşeyî hatibû amadekirin.
Danişîna 11’emîn a vê dozê li Dadgeha 5’emîn a Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de Abdûrrahman Gok û parêzerê wî Resul Tamur amade bûn. Her wiha nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Komeleya Mafên Mirovan jî wekî çavdêr beşdarî danişînê bûn da ku piştgiriya xwe nîşan bidin.
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di rûniştinê de parêzer Resul Tamur mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin.
Piştî nirxandina daxwazan, şandeya dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir. Dadgehê diyar kir ku ew ê li benda encama dosyaya jimare ‘2024/5456’ ya li 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bisekinin. Ji ber vê sedemê, dadgehkirin taloqî 22’yê Îlonê hat kirin.