Di kongreya MEBYA-DER'ê de daxwaza statuya Abdullah Ocalan

Parve bike:

WAN - Di 4'emîn kongreya asayî ya MEBYA-DER a Wanê de daxwaza ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

MEBYA-DERa Wanê, 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya Rêya Armûşê ya Wanê li dar xist. Di kongreyê de pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi civaka demokratik ve” hat vekirin û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Gelek kes tev li kongreyê bûn.
 
Kongre ewilî bi deqeyek rezgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 21ê Kanûna 2025an de ji bo kongreya ANKA-DERê şandibû, hat xwendin. Piştre Hevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya axîvî û bal kişand ser berxwedana gelê Kurd.
 
Piştî axiftina Hanim Kaya, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku kongre ji bo wan pir pîroz e û got: “Em vê kongreyê pîroz dibînin. Ji ber ku şehîdên me felsefeya jiyana me ne. Heya ku em xeyalên şehîdên xwe bi cih neynin, em tu carî ji têkoşîna xwe gavan bi paş ve navêjin. Me gelek zor û zehmetî kişandin. Hîn jî bi hezaran hevalên me di zindanan de ne. Lê belê Kurdan li Tirkiyeyê bi hişmendiya civaka exlakî û polîtîk, serî li ber polîtîkayên qirêj neçemand. Heger îro Kurd li cîhanê hatibin naskirin, ev yek bi saya hevalên me yên têkoşer û şehîd pêkan bûye. Em baş dizanin ku yekane armanca hemû şehîdên me, azadiya Kurdan bû.”
 
STATU JI BO ABDULLAH OCALAN
 
Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku divê statuya hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê naskirin. Mehmet Zekî Îrmez di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî polîtîkayên qirêj ên îktidarê, me got aştî. Heke em îro dibêjin aştî, ev jî bi saya şehîdên me û mîmarê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Ji bo me ya girîng ew e ku bila tu kes êşê nekişîne û xwîn neyê rijandin. Divê îktidar pêdiviyên pêvajoyê bîne cih. Divê îktidar statuya fîzîkî û siyasî ya Birêz Ocalan qebûl bike. Êdî divê qanûn werin derxistin. Divê nêzîkatiyeke hesas nîşanî pêvajoyê bidin. Hesasiyeta me Birêz Ocalan e. Em ê heta dawiyê xwedî li pêvajoyê derkevin. Heke pêvajo bi ser bikeve, em ê bi azadî û bi hişmendiya nasnameyê bijîn. Kurd êdî polîtîka û siyasetê dimeşînin. Birêz Ocalan ê Kurdan heye. Yekîtî û azadiya Kurdan a li 4 parçeyên Kurdistanê dê bi Pêvajoya Aşitiyê pêk were.”
 
Piştî axatinan Yusuf Dindar û Mizgîn Avşîn weke hevserokên nû yên MEBYA-DERê hatin hilbijartin.