WAN - Musa Sertkal ku 21 sal in di girtîgehê de ye, li şûna nexweşxaneyê, li revîrê tê dermankirin.
Musa Sertkal ku di sala 2005'an de li navçeya Payîzava a Wanê hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dimîne, tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Tê gotin ku Sertkal ku di girtîgehê de nexweşiyên wekî ulsera mîdeyê, nexweşiyên pergala helandinê û girseyên rûvî lê peyda bûne, ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn jî zehmetiyan dikişîne.
Birayê Musa Sertkal, Salih Sertkal, bal kişand ser rewşa birayê xwe û got: "Tevî ku bavê min û hevjîna birayê min jî gelek nexweşiyên wan hene, em bi hezaran kîlometreyan rêwîtiyê dikin. Tevî hemû daxwaznameyên ku me dane jî, ew neaanîn girtîgeha Wanê. Ev, cezayek e ji bo malbatan."
Sertkal diyar kir ku birayê wî bi piranî ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê, lê dema ku ew dibin nexweşxaneyê, ji ber pêkanînên ku ew pê re rû bi rû dimîne, mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin û nayê dermankirin. Sertkal got ku birayê wî 10 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û tevî vê yekê jî, nêzîkatiya dewletê ya li hember girtiyên nexweş neguheriye, ev yek jî hesta bêbaweriyê çêdike.
Sertkal behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û diyar kir ku hem girtî û hem jî malbatên wan ji pêvajoyê bi hêvî ne, lê nêzîkatiya dewletê ya li hember girtiyên nexweş hestek bêbaweriyê çêkiriye. Sertkal got: "Dema ku em serdana wan dikin, tenê daxwaza wan aştîyeke birûmet, mayînde û rastîn li Tirkiyeyê ye. Girtiyên siyasî nabêjin 'bila aştî çêbibe da ku em tavilê werin berdan.' Tenê daxwaza wan ew e ku maf ji bo her du aliyan li Tirkiyeyê mayînde bin. Wekî malbatên girtiyan, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê."
Musa Sertkal ku girtiyekî nexweş e û 21 sal in li ser zimanê Kurdî disekine, bi navê "Çîroka Welatparêziyê" û "Çîrûskên Kobanî" pirtûkên wî hene.