Li wargeha KYK'ê mirineke biguman
- Rojane
- |
- 12 Hezîran 2026 09:35
- |
MÊRDÎN - Xwendekarê Fakulteya Turîzmê ya Zanîngeha Artûklûyê Mûhammed B.G. (21) li wargeha xwendekaran a lê dima, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Xwendekarê Fakulteya Turîzmê ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Mûhammed B.G. (21), li wargeha KYK'ê ya lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku B.G. xwe kuştiye. Cenazeyê B.G. ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneyê Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê. Dê cenazeyê B.G. li bajarê wî Wanê bê definkirin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.