Hevseroka MED-TUHAD-FED'ê: Ger em aştiyê dixwazin, divê em ji girtîgehan dest pê bikin

Parve bike:
AMED - Hevseroka MED-TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û got: "Ger em bi rastî aştî, demokrasî, aramî û edaletê dixwazin, divê em ji girtîgehan dest pê bikin."
 
Binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan berdewam dikin. Ev binpêkirinên ku zêde dibin, raya giştî dixe nav gumanan li ser samîmiyeta hikûmetê ya der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û di heman demê de daxwaza raya giştî berdana girtiyan e. Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê yên Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (MED-TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn ku binpêkirinên li girtîgehan ji nêz ve dişopîne, têkildarî mijarê axivî. 
 
Pinar Sakik Tekînê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam ên li girtîgehan û diyar kir ku ev pirsgirêk nayên paşguh kirin. Pinar Sakik Tekînê bi gotina "girtîgeh beşek û temamkerê vê pêvajoyê ne", destnîşan kir ku refleksên retorîka aştiyê li girtîgehan nayên dîtin. Wê diyar kir ku ew her roj serlêdanên nû yên der barê binpêkirinên mafên mirovan ji girtîgehan werdigirin û pirsgirêkên ku carinan tenê xuya dikin hêdî hêdî vediguherin dîmenekî mezintir. Pinar Sakik Tekînê bi balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş û extiyar, diyar kir ku ragirtina wan li girtîgehan nayê qebûlkirin. Pinar Sakik Tekînê got: "Dewlet dikare azadiya mirovekî ji dest wî bigire, lê nikare berpirsiyariya xwe ya parastina mafê jiyana wî/wê ji holê rake. Berevajî vê, parastin û misogerkirina mafê jiyanê yek ji erkên bingehîn ên dewletê ye."
 
‘GIRTÎGEH BEŞEKE TEMAMKER A PÊVAJOYÊ NE’
 
Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku Komîsyona Meclisê gaveke girîng e lê tenê bi destnîşankirina pirsgirêkan ve sînordar bûye û got: "Pirsgirêk hatine destnîşankirin, lê gavên berbiçav ji bo çareseriyê nehatine avêtin. Di navbera destnîşankirin û çareseriyê de valahiyeke girîng çêbûye. Mirov tenê bi gavên pratîkî û çareseriyên berbiçav dikarin werin qanihkirin. Ger komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatibe damezrandin, divê astengiyên li pêşiya xebata wê werin rakirin û divê ew karibe bixebite."
 
Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku girtîgeh beşek û temamkerê vê pêvajoyê ne û got: "Çareserkirina pirsgirêkên di girtîgehan de ji bo xurtkirina civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê girîng e. Girtîgeh ne li derveyî vê pêvajoyê ne, lê beşek û temamkerê rasterast ê wê ne."
 
'DIVÊ EM JI GIRTÎGEHAN DEST PÊ BIKIN'
 
Pinar Sakik Tekînê destnîşan kir ku berpirsiyariya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê bi aktor û saziyên siyasî ve girêdayî ye û got: "Ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e, ya hemû gelên li vî welatî ne. Divê her kes xwe wekî beşek ji vê pêvajoyê bibîne û ji xwe bipirse, 'Ez dikarim çi bikim?' Berpirsiyariya me ya kolektîf e ku em dengê aştî û hêviyê bilind bikin û beşdarî avakirina pêşerojeke demokratîk bibin. Ger em bi rastî aştî, demokrasî, aramî û edaletê dixwazin, divê em ji girtîgehan dest pê bikin. Dengê girtiyan ne tenê divê dengê federasyonan an malbatan be; divê tevahiya civakê tevlî vî dengî bibe. Divê rayedarên dewletê, derdorên siyasî û hemû beşên civakê vî dengî ji zindanan bibihîzin. Divê em hêviyê biçînin û bi hev re navê aştiyê lê bikin."