ROJEVA 17'Ê GULANA 2026'AN

Parve bike:
*  Raportora "Li Îranê ji cînayetên namûsê re DAWÎ" û rojnamevan Şehla Mihemmedî diyar kir ku gelê Îranê hem rastî êrişên DYA-Îsraîlê hem jî rastî êrişên rejîmê tê û destnîşan kir ku piştî şer, di girtîgehan de û di nava malbatê de binpêkirinên giran rû didin. DOSYA
 
* Ayşe Betul Çelîk a ku bal kişand ser giringiya berfirehî û giştgiriya pêvajoyên aştiyê û got: "Pêvajoyên aştiyê yên ku neyên civakîkirin mayinde nabin." Parêzer Bîrsen Atakan jî diyar kir ku divê pêvajo bi şefafî were meşandin û destnîşan kir ku "Hebûna pêvajoyeke wiha hêviyê dide."
 
* Omer Salman ku yek ji koordînatorên Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, diyar kir ku "Zemînên bi vî rengî, zemînên destpêka diyalogê ne."
 
* Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan di bin çavan de hat qetilkirin, diyar kir ku ew daxwaza aşkerakirina kujeran û dabînkirina edaletê dikin.
 
* Li Agiriyê dê MEBYA-DER bi kongreyê damezrandina xwe ragihîne. (10.00)
 
* MEBYA-DER û Komeleya 78'an, dê li Amedê goristana bêkesan ziyaret bike û paşê li ber Girtîgeha Tîpa E a Amedê daxuyaniyê bide. (12.00-13.00)