Li Geverê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 16 Gulan 2026 10:42
- |
COLEMÊRG - Li Geverê mînîbûsekê qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li Bihureka Zinya Sêvê ya li ser rêya Hirmînê ya navçeya Gever a Colemêrgê, mînîbûsekê qeza kir. Hat zanîn ku di mînîbûsê de welatiyên dixwestin biçin pancar kom bikin hebûn û wesayît gêr bû.
Di qezayê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.