AMED - Ahmet Candan ku dema li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin bûbû şahidê çalakiya Çaran, got: “Ev têkoşîna ji bo pêkvejiyana gelan hatiye dayin, hewceye bi aştiyeke birûmet tacîdar bibe.”
Di serdema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyeyê de sepanên herî hovane li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ketin meriyetê. Piştî derbeyê, kadroyên pêşeng ên PKK’ê jî anîn girtîgehê û ji bo di navbera girtiyan de îtîrafkarî belav bibe, her cureyên îşkenceyê hatin bikaranîn. Li dijî vê, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên li qawîşa 33’yan dihatin ragirtin, di şeva 17’ê Gulana 1982’yan de agir berdan bedena xwe. Her çar kesên jiyana xwe ji dest dayîn, bi vê çalakiya xwe di dîrokê de weke “Çaran” cih girt.
Ahmet Candan (72) ku heta roja çalakiyê jî li qawîşa “Çaran” bû, behsa wê serdemê kir.
Candan, di 15’ê Gulana sala 1980’an de li ser îfadeyên şahidan hate binçavkirin û girtin. Candan ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin, 5 meh piştre jî bû şahidê derbeya 12’ê Îlonê. Di pêvajoya Zindana Amedê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û Candan heta sala 1986’an li wir ma. Di vê pêvajoyê de Candan rastî îşkenceyan hat, bi saetan di korên lexemê de hate sekinandin. Candan, dema li girtîgehê ew dan ceyranê, her serê saetê îşkenceya feleqeyê lê kirin, tî û birçî hate hiştin, tazî kirin û bi ço û lihazên hesin lê hate xistin, îşkenceya psîkolojîk û hwd. lê hatin kirin. Di sala 1986’an de hate berdan û di 9’ê Hezîrana 93’yan de îcar ji ber dozeke din hate girtin. Candan, heta 15’ê Tebaxa 2003’yan li girtîgehên Edene, Xarpêt û Amedê ma.
QAWÎŞA 33’YAN
Bi ser îşkenceyên lê hatiye kirin salên dirêj derbas bûne lê hêj jî mîna duh di bîra Candan de ne. Candan, da zanîn ku demek piştre 35 kes bi awayekî rasthatî hatin hilbijartin û birine qawîşa 33’yan a li Bloka E’yê. Candan, bi lêv kir ku di salên li seranserî cîhanê li dijî sosyalîzmê şer dihat kirin de li girtîgehê jî hovîtiyeke herî mezin dihat kirin û “Çaran” jî di rewşekî wiha de çalakiya xwe kir.
ŞEVA ÇALAKIYÊ
Candan, têkildarî çalakiya “Çaran” wiha got: “Li qawîşa 33’yan me tevî her tiştekî her 2 saetan carekê nobet digirt. Roja çalakî hat kirin, şeva 16’ê Gulanê girêdayî 17’ê Gulanê dike ye. Lîsteya nobetê hebû. Di nobeta 01.00-04.00’ê de navên Ferhat, Necmî, Mahmût û Eşref hebûn. Ev lîsteya nobetê jî bi taybet hatibû hilbijartin. Dema li ser cihê xwe di xewa xwe ya kûr de, di carekê de dengê dirûşmên ‘Bimre mêtingerî’ û ‘Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe’ bilind bûn. Li rexekî dirûşm, li rexa din jî dû û agirê gur dibû hebû. Dema şewat derketî, me ji ewil nezanî ka çi dişewite. Dengê dirûşman dihat lê ji ku dihat me nedizanî û me li derdora xwe dinihêrt.”
Di berdewamê de Candan, diyar kir ku li cihê çalakiyê agir pir mezin bû û wiha pê de çû: “Esat Oktay gelek caran av dibirî û qirêjî dikir lewma me bîdonên avê yên 20 lîtreyî li wir digirt û me jî ji bo vemirandina agir hewl da vê avê bi kar bînin. Dema me av direşand, Ferhat Kurtay hêj dijiya û got; ‘Hevalno avê nereşînin ev çalakî ye. Reşandina avê xiyanet e’ û nîşaneya serkeftinê kir. Me agir nevemirand. Piştre me betanî li hevalan werpêçand. Heval Ferhat dijiya lê hevalên din jiyana xwe ji dest dabûn. Li qawîşa me Selîm Dîndar hebû, ji Cizîrê bû. Dengê wî gelek xweş bû. Ferhat Kurtay her tim jê re digot ‘ji bo me stranê bibêje.’ Me bi saetan lê guhdarî dikir. Wê rojê jî mamoste Selîm Ferhat Kurtay girt hembêza xwe. Ferhat Kurtay jî jê re got ‘Mamoste ji bo me strana Sevdalîka min bibêje.’ Biryardariya Ferhat Kurtay a di berxwedanê de heta wê kêliyê jî didomiya. Ji mirinê neditirsiya. Li ber xwe dida. Ji ber ku pir baş dizanî ka çi dike.”
ROJA MIRINA TIRSÊ
Bi domdarî Candan destnîşan kir ku piştî çalakiyê, rêveberiya girtîgehê bi saetan ji tirsan nekarî were qawîşê û got: “Di wê demê de Esat Oktay li girtîgehê nebû. Bi saetan piştre ustegmen Alî Osman Aydin ku li şûna wî dinihêrt tevî 30 kesan hate qawîşê. Hevalên bi betaniyan hatibûn pêçandin birin. Dema Ferhat Kurtay birîn hêj dijiya, nîşaneya serkeftinê kir û dirûşm berz kir. Rojek piştre jî jiyana xwe ji dest da. Ev çalakî, destpêka mirina tirsê bû. Piştî çalakiya ‘Çaran’, em 3 rojan bi awayekî şil li korîdorê hatin ragirtin.”
Candan, daxuyand ku her tim bi “Çaran” re di nava têkiliyê de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xeyala avakirina civakeke azad têkoşiyan û canê xwe dan. Piştî vê berxwedana li dijî wehşetê, êdî li girtîgehê tu tiştek mîna berê nema. Agirê Çaran vêxistî, tirsekî mezin xist dilê îşkencekaran. Ew berxwedana mezin hêj duh di bîra min de ye. Ne ew berxwedan ne jî ew wehşet tu caran ji bîra me neçû û dê neçe jî.”
PÊVAJOYA AŞTIYÊ
Candan, bi lêv kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji roja hatiye avakirin heta niha her tim ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiya û axaftina xwe wiha qedand: “Dema Apoyî cara ewil derketin, ji gelên cuda kes di têkoşînê de cih girtin. Tirk jî hebûn, Laz jî, Çerkes jî. Bi daxwazên wekhevî, azadî û pêkvejiyanê derketin rê û hêj jî ji bo van daxwazan têdikoşin. Li dijî polîtîkayên pergala kapîtalîst a şer ferz dike, têkoşîna xwe domandin. Birêz Ocalan, di 27’ê Sibatê de pêvajoyek da destpêkirin. Ev pêvajo, berdewamiya wê rojê ye. Wê demê têkoşîn ji bo azadî, demokrasî û aştiyê bû. Xwedîderketina li pêvajoyê, xwedîderketina li ruhê wê berxwedanê ye. Divê em bi vê zanebûnê xwedî li aştiyê derkevin û di avakirina wê de cih bigirin. Bi hezaran kes di vê rêyê de şehîd bûn. Hewceye em vê têkoşîna ji bo pêkvejiyana gelan hatiye dayin, bi aştiyê tacîdar bikin.”
MA / Fethî Balaman