Ji bo Abdullah Ocalan name ji Komîteyê re şand: Pêdivî bi qanûnan heye

Parve bike:
ENQERE -  Siyasetmedarê Îtalî Marco Grimaldi ku yek ji îmzevanê nameya der barê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de ku ji Komîteyê re hat şandin, diyar kir ku Ocalan rêberekî siyasî û rewşenbîrî ye û divê qanûnên pêwîst ji bo pêvajoyê bên derxistin.
 
Li gel gavên girîng ên ku PKK'ê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de avêtine, wekî fesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, di sal û nîveke borî de hîn jî rêziknameyên qanûnî û hiqûqî nehatine bicîhanîn. Her çend bertekên li dijî nebûna gavên berbiçav zêde dibin jî, daxwazên ji bo "mafê hêviyê" û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qada giştî ya navneteweyî de jî cihekî girîngiyê digirin.
 
Di 2'yê Gulanê de li Îtalyayê, senator, sendîkavan, akademîsyen, parêzer û siyasetmedar jî di nav de, 250 kesan, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabriel Revel re şandin û daxwaza naskirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan kirin.
 
Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Hevpeymaniya Kesk-Çep a Îtalyayê û yek ji îmzevanê nameyê Marco Grimaldi, têkildarî pêvajoya berdewam û "mafê hêviyê" de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Grimaldi rexne li wê yekê girt ku dewlet û partiya desthilatdar hîn jî pêvajoyê wekî "Tirkiyeya bêteror" pênase dikin û diyar kir ku ev pênase jî pêvajoyeke aştiyê ya rastîn nîşan nade. Grimaldi destnîşan kir ku veguherîneke demokratîk a rastîn qanûndanînê hewce dike û Tirkiye ji vê yekê pir dûr e.
 
‘TEKANE RÊBERÊ KU BEHSA AŞTIYÊ DIKE'
 
Grimaldi diyar kir ku Abdullah Ocalan tevî tecrîda li ser wî jî dev ji hilberandinê bernedaye û got: "Manîfestoya Civaka Demokratîk ne tenê ji bo civaka Kurd, di heman demê de ji bo tevahiya herêm û civaka cîhanî jî tê bikaranîn. Li Rojhilata Navîn a ku ji ber şer hatiye wêrankirin, di demeke wiha de ku welatên Rojavayî bi bêwestan di pêşbaziyeke çekan a nû de ne, Ocalan û Merwan Barghouti tenê behsa aştiyê dikin. Ji ber vê yekê, azadiya wî dikare bandoreke mezin li ser tevahiya cîhanê bike."
 
'TECRÎD ASTENG E JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ YE'
 
Grimaldi diyar kir ku divê saziyên navneteweyî û Ewropî ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" zextê bêtir bikin û got: "Tecrîdkirina Ocalan ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de astengiyek ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd li welatên ku Kurdistan lê hatiye parçekirin e. Ocalan gelek caran banga çareseriyeke siyasî û danûstandinan kiriye; tenê gavên berbiçav ên ku ber bi pêvajoyeke aştiyê ya gengaz ve tên avêtin, ango fesixkirina PKK'ê û bêçekkirina tevgerê, bi saya wî ne."
 
'OCALAN PÊŞENGEKÎ SIYASÎ Û REWŞENBÎR E'
 
Grimaldi got: "Civaka Kurd ên li çaraliyê cîhanê, Ocalan ne tenê wekî rêber, di heman demê de wekî pêşengekî siyasî û rewşenbîrî jî dibînin." Grimaldi destnîşan kir ku hebûna Abdullah Ocalan bi modela ku li Rojavayê DAIŞ'ê têk bir û jiyana piralî di navbera gelên cuda de gengaz kir ve girêdayî ye. Grimaldi, bal kişand ser piştgiriya navneteweyî û got ku Rojava ji bo tevgerên li çaraliyê cîhanê îlham e û got: "Utopyaya berbiçav a li Rojavayê û her wiha pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navînê, me hemûyan eleqedar dike."
 
MA / Denîz Karabûdak